Amerîka şandiyên xwe yên diplomasî li 30 welatan kêm dike

Navenda Nûçeyan (K24) - Amerîka şandiyên xwe yên diplomasî li 30 welatan kêm dike û Îraq jî di nav wê lîstê de ye.

Tora CNNê ya nûçeyan eşkere kiriye, “Birêveberiya Donald Trump pilana xwe danaye ku şandiyên siplomasî li 30 welatên cîhanê kêm bike, berî hemiyan jî li Îraq û Somalê, ku dixwaze şandiyên diplomasî li van her du welatan bi temamî kêm bike.”

Li dû tora CNNê ya nûçeyan, Trump guhertinên mezin di siyaseta derve de dike, li van nêzîkan 17 konsulxane û 10 balyozxaneyan û çend şandiyên diplomasî dadixe. Ew welatên ku şandiyên diplomasî lê tên kêmkirin jî ev in; Îraq, Somal, Afrîkaya Başûr, Loksemborg û çend welatên din.