Papa Francis koça dawiyê kir

Navenda Nûçeyan (K24) - Papayê Vatîkanê Papa Francis piştî nexweşbûnê û mana li nexweşxaneyê ji bo demekê Îro (Duşem, 21.04.2025) koça dawiyê kir.

Serokê Kargêrî û Darayî yê Vatîkanê Kardînal Kevin Farrell eşkere kir ku, Papa Francis li serê sibeha Îro (Duşem, 21.04.2025) koça dawiyê kiriye.

Kevin Farrell ragehand, “Metranê Romayê Francis seet 7:35 ê Îro (Duşem, 21.04.2025) koça dawiyê kir, ku hemî jiyana xwe ji bo xizmeta Xudê û kenîseya xwe terxan kiribû.”

Navbirî herwesa got, “Em ji wî fêr bûn ku li bin sîbera bingehên Incîlê bi azayî û wefa û evîna giştî bijîn, xasma jî li beranberî hejar û piştguhxistiyan. Em tevî rêz û hurmetên xwe ji bo wî, wekî şagirdekî rastîn ê Mesîh, lavayan ji canê Papa Francis re ji bo hembêza pirî evîn û lêborîn a Xudayê tek û tenê dikin.”

Papayê Vatîkanê Papa Francis ji bo cara yekê li roja 30ê Gulana 2014ê li Vatîkanê pêşwaziya Serok Mesûd Barzanî kiribû û di wê hevdîtinê de, ku hevdemî hatina pêla awareyan ji bo Herêma Kurdistanê bû, xasma jî pêkhateyên parêzgeha Neynawayê, tevî danûstandinên li ser peywendiyên navbera Herêma Kurdistanê û Vatîkanê, her du aliyan behsa rewşa kiristiyanên aware û penaberên Sûriyeyê jî kiribû, ku penaya xwe ji bo Herêma Kurdistanê anîbû.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî jî li roja 19ê Şibata 2020ê serdana Papayê Vatîkanê kiribû û tabloyek pêşkêşî wî kiribû, ku pêkvejiyana pêkhateyên olî û çandî û neteweyî yên Herêma Kurdistanê berçav dikir.

Papa Francis li roja 07ê Adara 2021ê serdana Herêma Kurdistanê kiribû û tevî hevdîtina bi berpirsên Herêma Kurdistanê re serdana hin cihên din jî kiribû, ku şêniyên wan cihan ji ber êrîşên teroristî û nakokiyên tayîfî li Îraqê penaya xwe ji bo Herêma Kurdistanê anîbû.

Herwesa ev çalakî jî di wê serdanê de hebûn:

-         Merasîmên pêşwazîkirinê li Balafirxaneya Navdewletî ya Hewlêrê bi rê ve çûn.

-         Her wê rojê serdana bajarê Mûsilê û Qereqûşê kir.

-         Li Hewşa Beyeyê li bajarê Mûsilê, nimêj ji bo asodeyîya canê qurbaniyên şerî kir.

-         Li kenîseya mezin a Tahîreyê li Qereqûşê, bi bawerdaran re nimêja mizgîniya firîşteyan kir.

-         Êvara wê rojê jî qedaseta pîroziya mezin li yarîgeha Franso Herîrî li dar xist.

Navê Papa Francis Jorge Mario Bergoglio ye û 88 salî bû, li welatê Ercentînê hatibû ser dinyayê û li 13ê Adara 2013ê postê xwe li Vatîkanê wergirtibû.

 
 
Fly Erbil Advertisment