Mesrûr Barzanî ji bo koça dawiyê ya Papayê Vatîkanê: Cîhanê dengekî dilsozî û hevgirtinê ji dest da

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê di derheqa koça dawiyê ya Papayê Vatîkanê de dibêje, “Cîhanê dengekî dilsozî û hevgirtinê ji dest da.”
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî Îro (Duşem, 21.04.2025) ji ber koça dawiyê ya Papayê Vatîkanê Papa Francis peyamek êo ser tora civakî ya Xê parve kir.
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê di peyama xwe de serexweşî li Vatîkanê û bawerdarên Katolîkî li Kurdistanê û Îraqê û cîhanê dike û dibêje, “Bi koça dawiyê ya Papa, Cîhanê dengekî dilsozî û hevgirtinê ji dest da.”
Papayê Vatîkanê Papa Francis, piştî nexweşbûnê û mana li nexweşxaneyê ji bo demekê, serê sibeha Îro (Duşem, 21.04.2025) koça dawiyê kir.
Navê Papa Francis Jorge Mario Bergoglio ye û 88 salî bû, li welatê Ercentînê hatibû ser dinyayê û li 13ê Adara 2013ê postê xwe li Vatîkanê wergirtibû.
بە ڕێزەوە یادی دیدارەکانمان لەگەڵ پاپا فرانسیس لە ڕۆما و ساڵی 2021 لە هەولێر، وەک کەسێکی پابەند بە ئاشتی دەکەینەوە.
— Masrour Barzani (@masrourbarzani) April 21, 2025
دیدارە جەماوەرییەکەی پاپا لەگەڵ هەزاران کەس لە هەولێر، پەیامێکی بەهێز بوو کە کریستیانەکان لە کوردستان پارێزراو و ڕێز لێگیراون.
Peywendiyên Herêma Kurdistanê û Vatîkanê
Papayê Vatîkanê Papa Francis ji bo cara yekê li roja 30ê Gulana 2014ê li Vatîkanê pêşwaziya Serok Mesûd Barzanî kiribû û di wê hevdîtinê de, ku hevdemî hatina pêla awareyan ji bo Herêma Kurdistanê bû, xasma jî pêkhateyên parêzgeha Neynawayê, tevî danûstandinên li ser peywendiyên navbera Herêma Kurdistanê û Vatîkanê, her du aliyan behsa rewşa kiristiyanên aware û penaberên Sûriyeyê jî kiribû, ku penaya xwe ji bo Herêma Kurdistanê anîbû.
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî jî li roja 19ê Şibata 2020ê serdana Papayê Vatîkanê kiribû û tabloyek pêşkêşî wî kiribû, ku pêkvejiyana pêkhateyên olî û çandî û neteweyî yên Herêma Kurdistanê berçav dikir.

Papa Francis li roja 07ê Adara 2021ê serdana Herêma Kurdistanê kiribû û tevî hevdîtina bi berpirsên Herêma Kurdistanê re serdana hin cihên din jî kiribû, ku şêniyên wan cihan ji ber êrîşên teroristî û nakokiyên tayîfî li Îraqê penaya xwe ji bo Herêma Kurdistanê anîbû.
Papa Francis wekî mezintirîn berevanê mafên koçberan navdar bû. Ji ber ku Herêma Kurdistanê jî di germiya şerê berhingarbûna terorê de hejmareke zêde ya penaberên Sûriyeyê û awareyên navesrat û başûrê Îraqê hewandibû, bû sedem ku Papayê Vatîkanê serdana Herêma Kurdistanê bike.
Her di çarçoveya serdana xwe ya ji bo Herêma Kurdistanê de, Papayê Vatîkanê serdana bajarê Mûsilê û Qereqûşê jî kir û li wê derê nimêj ji bo asodeyîya canê qurbaniyên şerê dijî terorê kir. Papayê Vatîkanê herwesa li yarîgeha Franso Herîrî li Hewlêrê qedaseta pîroziya mezin jî li dar xist.