Trump: Me bi Îranê re hevdîtinên pir baş kirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Amerîka bi geşbînî behsa danûstandinên Îranê û danûstandinên taybet ên baca gomrikê li gel welatan dike û wan weke baş binav dike.
Serokê Amerîkayê Donald Trump îro 21ê Nîsanê ji medyayê re axivî û bersiva hejmarek pirsên cuda da. Hevdem, derbarê civîna xwe ya li gel Îranê ragihand, “Civîneke me ya gelek baş li gel Îranê hebû.”
Pêştir “Reuters” ji zarê hejmarek berpirsên Amerîkî ragihandibû, danûstandinên Amerîka û Îranê erênî û avaker bûn.
Derbarê pirsa baca gomrikê li gel welatan de, Trump got: “Danûstandinên derbarê baca gomrikê li gel welatan baş bi rêve diçin. Em qezenceke gelek baş jî dikin û hejmareke mezin a welatan dixwazin danûstandinan derbarê baca gomrikê bikin.
Trump behsa wê yekê jî kir, “Di dawiyê de em ê li gel Yekîtiya Ewropayê bigihin rêkeftinê.”
Derbarê şerê Ukrayna û Rûsyayê de, Serokê Amerîkayê tekez kir, derfeteke gelek baş heye ku di vê hefteyê de Ukrayna û Rûsya li hev bikin.
Roja 20ê Nîsanê Donald Trump li ser tora civakî ya Truth (Truth Social) nivîsîbû: “Ez hêvîdar im ku vê hefteyê Rûsya û Ukrayna derbarê rawestandina şerê navbera xwe de li hev bikin.”
Herwiha Serokê Amerîkayê got jî: “Piştî rêkeftinê, her yek ji Ukrayna û Rûsyayê dê dest bi bazirganiyeke mezin li gel Amerîkayê bikin.”