Jivanê civîna şanda Dem Partiyê û Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê hat ragehandin

Navenda Nûçeyan (K24) - Jivanê civîna şanda Dem Partiyê û Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê hat ragehandin.
Medyayên Tirkiyeyê parve kiriye ku, sibe (Pêncşem, 24.04.2025) şanda Partiya Wekhevî û Demokrasiya Gelan (Dem Partî) bi Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê Yilmaz Tunç re dicive.
Li dû nûçeyên wan medyayan, ew şanda ku sibe bi Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê re dicive ji Gulistan Kiliç Koçyigit, Sezai Temelli û Ozturk Turkdogan pêk hatiye.
Her li dû zanyarên wan medyayan, ew civîn li avahiyê Wezareta Dadê ya Tirkiyeyê bi rê ve diçe.
Biryar bû ku şanda Dema Partiyê li roja 18ê Nîsanê bi Yilmaz Tunc re civiyaba, lê ew civîn ji ber têkçûna saxlemiya endamê wê şandê Sirri Sureyya Onder hat paşxistin.