Urdinê rêxistina “Îxwan Mislimîn” hilweşand û qedexe kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Navxwe yê Urdinê ragihand, Urdinê biryar da hemû çalakiyên rêxistina “Îxwan Mislimîn” qedexe bike û dest deyne ser mal û milkên wê û hemû ofîsên wê li seranserê wî welatî bigire.

Wezîrê Navxwe yê Urdinê Mazên Feraye duh li Emmanê di konferanseke rojnamevanî de got: “Hemû çalakiyên Îxwan Mislimîn hatine qedexekirin. Herwiha tekez kir, her çalakiyek têkildarî wê komê, dê wekî binpêkirina yasayê were hejmartin.

Feraye tekez kir, endametiya di rêxistina Îxwan Mislimîn de qedexe ye, herweha danasîna ramanên wê komê bixin bi cezayên yasayî qedexe bikin, ji bilî wê yekê jî tevlîbûn û danûstandina bi wê re bi her awayî qedexe ye.

Piştrast kir jî, biryar hatiye dayîn ku her ofîs an baregehên ku ji hêla Îxwanan ve li seranserê Urdinê têne bikar anîn werin girtin, her çend ew bi partiyên din re di hevkariyê de bin jî.

Wezîrê Navxwe yê Urdinê got, biryar hat dayîn ku “karê komîteya hilweşandinê ya ku ji bo desteserkirina mal û milkên girûpê, li gorî biryarên dadwerî yên pêwendîdar hatiye erkdarkirin, were bilezkirin,”

Ev qedexe piştî wê tê, hefteya borî rayedarên Urdinê 16 kes di nav wan de sê endamên Îxwan Mislimîn hebûn, bi tometa terorê, çêkirina mûşekan û dronan û armanckirina ewlehiya welat girtibûn.

Îxwan Misilîm di salên 20an ên sedsala borî de li Misirê weke tevgereke siyasî ya Îslamî ji bo li dijî belavbûna ramanên laîk û neteweperestî hatibû avakirin. Ev rêxistin zû li welatên Erebî û îslamî belav bû, li gelek welatan karê xwe bi dizî dike.

Îxwan Misilîm li Urdinê di bin sîwana partiyeke siyasî ya bi navê wê de kar nake, lê Eniya Çalakiya Îslamî wek baskê wê yê siyasî tê dîtin.

 
 
 
Fly Erbil Advertisment