Yaneya Dihokê sê daxwazî ji Serokwezîrê Îraqê kirin

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokwezîrê Îraqê ji ber bidestxistina qehremaniya Cama Kendavî pêşwaziya Yaneya Dihokê dike û Yaneya Dihokê jî sê daxwaziyan ji wî dike.
Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî îro (Pêncşem, 24.04.2025) pêşwaziya yaneya Dihokê kir û bidestxistina nasnavê qehremaniya Cama Kendavî lê pîroz kir.
Serokê Yaneya Dihokê Ebdila Celal di derheqa hevdîtina wan a li gel Sûdanî de ji K24ê re ragehand, “Yaneya Dihokê ji bo me cihê şanaziyê ye û ev serkeftina ku wê di Cama Kendavî de bi dest xistiye ji bo tevaya Îraqiyan bûye cihê dilxweşiyê.”
Serokê Yaneya Dihokê sê daxwazî ji Serokwezîrê Îraqê kirine, ku ev in:
Yek: Yaneyên Kurdî yên ku tevlî lîga Stêrên Îraqê bûne wekî yaneyên Îraqê bê cudahî feydeyî ji hemî alîkariyan werbigirin.
Du: Yaneya Dihokê ji wan mafan bêbar nebe yên ku jê re tên dan, wekî yaneyên din ên Îraqê ku tevlî lîgên derveyê Îraqê bûn, ji ber ku yaneya Dihokê wekî nûnerîtiya sêyem yaneya Îraqî tevlî Cama Kendavî bû.
Sê: Temamkirina hola basketbolê ya Dihokê, ku 70% hatiye temamkirin û tenê 30% maye, ji ber ku tenê yaneya Dihokê feydeyî ji wê holê wernagire, belkî tevaya yaneyên Îraqî feydeyî jê werdigirin, ji bo tevlîbûna di qehremaniyan de û heta hilbijartiyê basketbola Îraqê jî.
Serokê Yaneya Dihokê herwesa got, “Serokwezîrên Îraqê soz da ku lidûçûnê ji bo wan her sê daxwaziyan bike û ji bo bicihanîna wan daxwaziyan hemî bizavan dike.”
Yaneya Dihokê ya Werzişî li roja Sêşemê (15.04.2025) di qehremaniya Cama Kendavî de rûbirûyî Yaneya Qadisiyeyê ya Kwêtî bû, yarî jî bi encamê du golan li beranberî golekê di berjewendiya Yaneya de bidawî hat.
Golên Dihokê li deqîqeyên 66 û 93ê ji aliyê Siyabend Egîd û Marlon Dos Sanstos ve hatin tomarkirin, yekane gola Yaneya Qadisiyeyê jî li deqîqeya 70 ji aliyê MihemedSole ve hat tomarkirin.
Ev jî cara yekê ye di dîrokê de ku yaneyeke Kurdî dibe qehremana Cama Kendavî.