Mosko.. teqînek çê bû û berpirsekî mezin tê de hat kuştin

Navenda Nûçeyan (K24) - Teqînek li Rûsyayê çê bû û berpirsekî serbazî yê mezin ê wî welatî tê de hat kuştin.

Îro (În, 25.04.2025) teqînek li rojhilatê Rûsyayê çê bû û bû sedema kuştina berpirsekî serbazî yê mezin ê wî welatî.

Li dû zanyaran, ew teqîn bi erebeyeke bombekirî bûye û Cîgirê Berpirsê Operasyonên Rûsyayê di wê teqînê de hatiye kuştin.

Heta niha zanyar li ser hûrgiliyên wê teqînê û bikerên wê nehatine parvekirin.

 
Fly Erbil Advertisment