Hejmara qurbaniyên teqîna li Îranê gihîşt 18 kesan û zêdetirî 800 birîndaran

Navenda Nûçeyan (K24) – Hejmara kuştiyên teqîna li Bender Abbas a Îranê gihîşt 18 kesan û zêdetirî 800 kes jî birîndar bûn. Parastina sivîl a Benderê got, agir bi tevahî nehatiye kontrol kirin.

Parêzgarê Hormozganê Mihemed Aşûrî ragihand, hejmara kuştiyên teqîna li Bender Abbas gihîştiye 18 kesan û zêdetirî 800 kes jî birîndar bûne.

Mihemed Aşûrî her wiha texmîn kir, ji ber hêz û bandora teqînê hejmara miriyan zêde bibe.

Ajansa Nûçeyên Aborî ya Îranê îro Yekşemê ragihand, tîmên parastina sivîl nekarîne agirê li Bender Abbas vemirînin.

Di heman demê de, ajansa nûçeyan a “Mehr” ji zarê Serokê Komeleya Heyva Sor Babek Mehmûdî got, hemû birîndar rakirine nexweşxaneyê û hejmara miriyan neguheriye.

Babek Mehmûdî herwiha hêvî kir ku tîmên agirkujê bikaribin agir kontrol bikin û pêwîstiya wan bi tîmên din ên awarte û parastina sivîl nebin.

Duh li bendera Recayî ya li bajarê Bender Abbasê rû da û rayedarekî rêveberiya krîzê ya herêmî ji televîzyona dewletê re got: “Bûyer di encama teqîna çend konteyniran de çêbûye.