Heyder Şeşo: Nabe PKK derfetê bide çi hêzekê êrîş bike ser Şingalê

Navenda Nûçeyan (K24) - Fermandarê Hêza Parstina Êzîdxanê li Şingalê radigehîne, “Eger PKK li Şingalê nemîne, tenahê dê bi ser deverê de bê.” Herwesa dibêje, “Divê PKK çekan bide destê wî xelkî yê ku Şingal parast.” Daxwazê ji xelkê Şingalê jî dike ku vegerin ser mal û halên xwe.
Fermandarê Hêza Parstina Êzîdxanê li Şingalê Heyder Şeşo îro (Yekşem, 27.04.2025) ji K24ê re ragehand, “Wekî xelkê Şingalê dixwaze, arêşeyên navbera PKKê û Tirkiyeyê bi awayekî sivîl û dûrî bikaranîna çekan bên çarekirin û mafên Kurdan bên dabînkirin û parastî bin.”
Heyder Şeşo herwesa got, “Divê xelkê hemî wan deverên li Bakurê Kurdistanê û her pareke Kurdistanê ne bi azadî bijîn û ew arêşeyên li wan deveran hene nemînin.”
Navbirî amaje jî da ku, peyama Ocalan ji bo PKKê bi awayekî ron li ser çalakiyên wê hêzê diyar nebûye, ji ber ku çalakiyên wê li wê deverê berdewam in.
Fermandarê Hêza Parstina Êzîdxanê daxwaz ji PKKê kir ku, pabendî peyama Ocalan bin. Hêvî jî kir ku, çalakiyên PKKê bandor li ser rewşa Şingalê nebe.
Heyder Şeşo amaje jî da, “Pirsa PKKê pirseke navdewletî ye û pirsa navxweya Îraqê nîne, lê pirsa vegerandina awareyên Şingalê girêdayî lihevkirina navbera Hikûmeta Îraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya bi serperiştiya rêkxistinên navdewletî ye ku divê ji bo asayîbûna rewşa Şingalê bê bicihanîn.”
Navbirî ron jî kir, “Eger PKK çekên xwe bide destê xelkê Şingalê, tenahî dê vegere deverê û xelk dê bi tenahî bijî. Pirsa mana PKKê li Şingalê pirseke siyasî ye û girêdayî lihevkirinên navbera Hikûmeta Îraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye. Her dema Hikûmeta Îraqê erkê xwe bi cih bîne, PKK li deverê namîne. Lê Hikûmeta Îraqê erkê xwe li deverê bi cih nayîne, lewma ez daxwazê ji xelkê Şingalê dikim ku vegerin ser mal û halên xwe.”
Fermandarê Hêza Parstina Êzîdxanê eşkere jî kir, “Ew cih û malên ku PKKê li Şingalê girtine jî, piştî vegeriyana xelkî û bicihanîna lihevkirina Hikûmeta Îraqê bi Hikûmeta Herêma Kurdistanê re berdide û ew xelkê ku xwediyên wan malan in dikarin vegerin ser malên xwe.”
Heyder Şeşo amaje jî da ku, çi zanyarek li ser hêzên PKKê li Şingalê nîne. Wesa difikire ku, zanyarên girêdayî çekê giran ê PKKê ji cem Hikûmeta Îraqê hene.
Navbirî herwesa got, “PKKê li Şingalê desthilat heye û li hin deveran jî xelk ji hebûna PKKê nerazî ye.” tekez jî kir, “Hêzên Îraqê jî li wê derê hene. Eger PKK jî çekan radest bike, rewşa Şingalê asayî dibe. Em hêvîdar in PKK derfetê nede çi hêzekê ku êrîşê bike ser Şingalê.”