Serokwezîr Mesrûr Barzanî tevlî Roja Niştîmanî ya Holandayê dibe

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokwezîr Mesrûr Barzanî li Hewlêrê tevlî Roja Bûna Şahî û Roja Niştîmanî ya Holandayê dibe.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (Yekşem, 27.04.2025) êvarê li bajarê Hewlêrê tevlî merasîmeke Konsulxaneya Giştî ya Holandayê bû, ku bi helkefta Roja Bûna Şahî û Roja Niştîmanî ya Holandayê hatibû rêkxistin.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê pîrozbahî li Konsulê Giştî yê Holandayê li Herêma Kurdistanê Adrian Isselsen û desteya konsulxaneyê kir û daxwaza serkeftinê pêxemetî pêşxistina peyweendiyên dualî jê re kir.

 

 
Fly Erbil Advertisment