Xamineyî daxwaza lêkolînan ji bo teqîna Bender Ebasê dike

Elî Xamineyî
Elî Xamineyî

Navenda Nûçeyan (K24) - Hejmara qurbaniyên Bender Ebasê di zêdebûnê de ye û Elî Xamineyî ragehand, “Teqîna Bender Ebasê karesat bû.”

Rêberê Bilind ê Komara Îslamî ya Îranê Elî Xamineyî îro (Yekşem, 27.04.2025) li ser teqîna Bender Ebasê ragehand ku, divê lêkolîneke tevgir li ser wê teqînê bê kirin. Daxwaz jî dike ku, bi lez lêkolîn li ser sedema rûdana wê teqînê bên kirin.

Elî Xamineyî amaje jî da, “Teqîna Benderê Recayê karesat bû.”

Serokê Komara Îslamî ya Îranê Mesûd Pizîşkiyan jî her îro (Yekşem, 27.04.2025) serdana Benderê Şehîd Recayî li nêzî bajarkê Bender Ebasê kir.

Mesûd Pizîşkiyan ferman kir ku, bi hûrî lêkolîn li ser rûdana wê teqînê bên kirin. Herwesa spasiya hêzên agirvemirîner û hawarhatinê û Pasdaran kir, ku alîkariyên pêdivî pêşkêşî wan welatiyan kirine yên ku li nêzî wê rûdanê bûn.

Li dû medyaya Îranê, hejmara kuştiyên teqîna duhî ya Bender Ebasê yê Îranê li dû medyaya Îranê gehişt 40 kesan û zêdetirî hezar kesan jî birîndar bûn.

Teqîneke bihêz duhî (Şemî, 26.04.2025) li Bender Ebasê yê Îranê çê bû. Li dû medyaya Îranî jî, ihtîmal heye ku ew teqîn li embareke madeyên kîmyayî yên metirsîdar çê bûbe.

 
 
Fly Erbil Advertisment