Şanda DEM Partî û DBPê serdana Serokatiya ENKSê li Qamişlo kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Şanda DEM partî û DBP li bajarê Qamişlo bi Desteya Serokatiya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) re civiya û pîrozbahî li ser serkeftina Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî kir.
Pêgeha ENKSê îro 28ê Nîsanê belav kir, şandeke aliyên siyasî yên Bakurê Kurdistanê ku ji nûnerên DEM Partî û DPBê pêk hatibû, serdana bereghê ENKSê li Qamişlo kir û bi Desteya Serokatiya ENKS re civiya.
Şanda aliyên Bakurê Kurdistanê ji Hevserokê Giştî yê Partiya hHerêmên Demokratîk Keskîn Bayindir û endama Komîteya Cîbicîkar a DEM Partiyê Serhed Arîn û perlementer Salîha Aydenîz, Gulcan Kaçmaz Sayyigit û Mehmet Kamaç pêk hatibû.
Berdevkê ENKSê Feysel Yûsif derbarê civînê de got, şanda Bakurê Kurdistanê pîrozbahiya serkeftina konferansê kir û de her du aliyan tekezî li ser girîngiya encamên vê konferansê, nêrîna siyasî û rola girîng a Serok Mesûd Barzanî di vê rêkeftinê de kirin.
Feysel Yûsif diyar kir jî, herwiha di hevdîtinê de her du aliyan gotûbêj li ser pêwîstiya serkeftina pêvajoya aştiyê, peyama Abdullah Ocalan û gavên ku pêwîst in di vê derbarê de bên avêtin, kirin.
Şanda DEM partî û DBP ji 25 nîsanê ve li Rojavayê Kurdistanê ye ku bi mebesta beşdariya di Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî de serdan kiriye.