Li bajarê Ceremana şer û pevçûnên giran derketin: Kuştî û birîndar hene
Navenda Nûçeyan (K24) – Li bajarê Ceremana yê li gundewarê Şama paytexta Sûriyê ku cihê mabûna pêkhateya Durzî ye, careke din şer û pevçûnên giran rû dan.
Pêgeha Siweyda 24 belav kir, şeva bûrî komên çekdar êrîşî bajarokê Ceremana li gundewarê Şamê kirin û di êrîşa wan de 5 kes hatin kuştin û 12 kesên din jî birîndar bûn.
Li gor ku hatiye belav kirin, kesên êrîş kirine çekdarên tundrew in û bi bihaneya tomareke dengî ku dibêjin ya Şêxekî Durziyan e û tê de gotinên nexweş ji pêxemberê Îslamê re dibêje, êrîş kirine.
Lê hêzên ewlehiyê yên Sûriyeyê bi fermî ragihandbû, ew tomara dengî ne ya şêxê Durziyan e.
Şêxê Durziyan Mirwan Kîwan yê bi wê tomara dengî hatiye tometbarkirin, di girtevîdiyoyekê de derket û got, ti peywendiya wî bi wî dengî ve nîne û armanca kesê deng çêkiriye û belav kiriye, tenê çêkirina fitnêye di navbera pêkhateyên Sûrî de ye.
Ji aliyekî din ve, Rewangeha Sûrî bo Mafê Mirovan da zanîn, şeva borî şer û pevçûnên giran navbera çekdarên bajêr û yên ji dervey bajêr rû dan, di encamê de kuştî û birîndar ketin.
Amaje bi wê kir, ji ber fitneyekê bi navê Durziyan hatiye belavkirin, ew alozî û nakokî derketine. Ne tenê li Ceremana nakokî hene, lê li Hums, zanînageha Heleb û Şamê û hin bajarên din berdewam in.
Rewangeha Sûrî ya Mafê Mirovan bang li hikûmeta Şamê kir ku destêwerdanê bike û rê nede şer gur bibe.