Nêçîrvan Barzanî serexweşiyê li Serokê Desteya Weberhênanê dike

Nêçîrvan Barzanî
Nêçîrvan Barzanî

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Herêma Kurdistanê serexweşiyê li Serokê Desteya Weberhênanê û malbata wî dike, ku dayika wan koça dawiyê kiriye.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro (Çarşem, 30.04.2025) bi rêya peywendiyeke tilefonî serexweşî li Serokê Desteya Weberhênanê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mihemed Şikrî û malbata wan kir, ku dayika wan koça dawiyê kiriye.

Nêçîrvan Barzanî hevxemî û hevsoziya xwe ji wî re diyar kir û hêvî xwast ku Xudayê mezin canê Xudêjêraziyê bi rehm û dilovaniya xwe şa bike û sebir û hedarê bide tevan.

Serokê Desteya Weberhênanê jî ji aliyê xwe ve spasî û rêzên xwe û malbata xwe ji bo peywendî û hevxemiya Serokê Herêma Kurdistanê û hevpariya wî di xem û behiya wan de diyar kirin.

 
Fly Erbil Advertisment