Civata Wezîran: Çi berbestek ji aliyê Herêma Kurdistanê ve bo hinardekirina petrolê nîne

Navenda Nûçeyan (K24) - Civata Wezîrên Herêma Kurdistanê bi serperiştiya Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê civiya û gengeşe li ser du teweran kirin.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê îro (Çarşem, 30.04.2025) li ser rûniştina îro ya Civata Wezîrên Herêma Kurdistanê ragehandinek parve kir ku tê de hatiye, “Li destpêka wê rûniştinê, Wezîrê Samanên Xwezayî yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi wekalet Kemal Mihemed dawî pêşhatên girêdayî gengeşe û danûstandinên girêdayî destpêkirina hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê li ser bingeha qanûna edilandina yekê ya budceya giştî ya Îraqa federal û encamê civîna Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Îraqê û rûniştiona hevpar a Hikûmeta Herêma Kurdistanê û kompaniyên petrolê berçav kirin.”

Kemal Mihemed herwesa di raportekê de ron kir ku, wezareta wan ya ku peywendî bi Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve hebe, pabendiyên xwe bi temamî bi cih anîne, bi niyeta bi zûtirîn dem destpêkirina hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê û danana dahata wê li gencîneya giştî ya federalî. Ji vî alî ve çi asteng û berbestek ji aliyê Herêma Kurdistanê ve ji bo destpêkirina hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê nînin.

Paştir Serokê Dîwana Civata Wezîrên Herêma Kurdistanê Umêd Sebah û Sikirtêrê Civata Wezîrên Herêma Kurdistanê Amanc Rehîm hûrgiliyên tewerên danûstandinên navbera aliyên we yên peywendîdar li ser astê Hikûmeta Federalî û Hikûmeta Herêma Kurdistanê û kompaniyên petrolê berçav kirin û amaje da wan bendên danûstandinan ên ku, pêşveçûnên baş tomar kirine û bizav ji bo yekalîkirina tewerên mayî û girêdayî kompaniyên petrolê ne berdewam in.

Civata Wezîrên Herêma Kurdistanê helwesta xwe ya neguher ji bo piştevaniya danûstandin û gengeşeyên navbera Wezareta Petrolê û Wezareta Samanên Xwezayî tekez dike, ji bo ku bi zûtirîn dem dest bi hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê bê kirin. Pêxemetî vê yekê jî, Civata Wezîrên Herêma Kurdistanê daxwazê ji Wezareta Samanên Xwezayî û Wezareta Petrolê ya Federalî û kompaniyên petrolê û Kompaniya SOMOyê dike ku, li ser hevahengî û danûstandinan berdewam bin ji bo ku bi zûtirîn dem mijaran yekalî bikin û bigehin lihevkirinê û dest bi hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê bikin, ji bo ku êdî zirarên darayî negehin gencîneya giştî ku ji bi dehan milyon dolaran derbaz bûye.

Di benda duyê ya wê rûniştinê de, danûstandin li ser rêkxistina Dezgeha Birêvebirina Xanenişîna Giştî li Herêma Kurdistanê Kurdistanê hatin kirin, li ber ronahiya qanûna xanenişîniyê ya giştî ya hevgirtî ya hejmar 9 a sala 2014ê û biryara Dadgeha Federalî. Di vê bendê de, ji aliyê Serokê Fermangeha Hevahengî û Lidûçûnê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Ebdilhekîm Xesrew ve raportek hat berçavkirin.

Piştî danûstandin û lihevguhertina dîtin û nerînan, Civata Wezîran Wezareta Darayî û Aborî, Wezareta Pêşmerge û Wezareta Navxwe raspartin ku, bi zûtirîn dem lijneyên taybetmend ên hevpar pêk bînin, ji bo danan rêkar û mîkanîzmêm guncayî ji bo hêsankariyan di zû bicihanîna rêkarên xanenişîniyê û xerckirina mûçe û mafên xanenişînên Herêma Kurdistanê di kertên sivîl û serbazî û hêzên ewlehiya navxwe, bi awayekî ku birêvebirina karûbarên xanenişînî û xerckirina mafên paş nekeve.

 

 
 
 
Fly Erbil Advertisment