Hêzên ewlehiyê yên Sûriyeyê kontirolkirina aloziyên li Sahnaya ragehand

Navenda Nûçeyan (K24) - Piştî şer û pevçûnên li bajarkê Sanaya yê nêzî Şamê, hêzên ewlehiyê yên Sûriyeyê kontirolkirina tevaya aloziyên li wî bajarkî ragehand.

Birêveberê Birêveberiya Ewlehiyê ya Rîfa Şamê Husam Tehan îro (Çarşem, 30.04.2025) ji Ajansa SANAyê ya nûçeyan a fermî ya Sûriyeyê re got, “Operasyona ewlehiyê li bajarkê Sahnaya bidawî hat û pêxemetî parastina ewlehî û seqamgiriya deverê, hêz li wê derê hatin binecihkirin.”

Ji aliyekî din ve jî Wezareta Derve ya Sûriyeyê ragehandinek li ser êrîşên îro yên Israîlê bo ser derdora wî bajarkî parve kir û tevî şermezarkirina wê êrîşê, tekez li ser redkirina hemî rengên desttêwerdanên derve kir.

Ev jî di demekê de ye ku her îro generalê Israîlî Ail Zamir di ragehandinekê de amaje dabû, ferman li artêşa Israîlê kiribû ku xwe amade bikin ji bo ku êrîşê bikin ser hêzên Hikûmeta Sûriyeyê, ji ber ihtîmala berdewambûna şer û pevçûnan li dijî Dirûzan.

Ev ragehandina generalê Israîlî jî piştî wê yekê hat ku Serokwezîrê Israîlê Benjamin Netanyahu ragehandibû ku, li Rîfa Şamê êrîş kiriye ser komeke çekdar, ji bo ku bi wê rêyê peyamekê ji Hikûmeta Sûriyeyê re bişînin.

Serê sibeha îro careke din şer û pevçûn li Sûriyeyê çê bûn, vê carê şer di navbera hejmareke çekdarên Dirûzan û endamên hêzên ewlehiyê yên Hikûmeta Sûriyeyê de çê bû. Di encamê wî şerî de jî, 11 endamên hêzên ewlehiyê hatin kuştin.