Rêveberiya Xweser banga aramkirina rewşa bajarokên Sehnaya û Ceremana dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Rêveberiya Xweser derbarê bûyerên li bajarokên Sehnaya û Ceremana yên li parêzgeha Şamê de ragihand, ji bo çareserkirina sedemên hiştine civaka Sûriyeyê were parçekirin, pêwîstî bi avakirina pergaleke demokratîk a pirrengî û pêkanîna diyalogê heye.

Li bajarokên Sehnaya û Ceremana yên gundewarê li Şamê ku beşek ji nişticihên wan ji pêkhateya Durizî ne, duh Çarşemê şer û pevçûn di navbera girûpeke çekdar û karmendên Ewlekariya Giştî de derket û di encamê 16 kes hatin kuştin. 

Rêveberiya Xweser derbarê van bûyeran de di daxuyaniyekê de ragihand, “Çekdarên girêdayî desthilata Şamê li dijî taxên Sehnaya, Eşrefiya Sehnaya û Ceremana ku piraniya niştecihên wan Durzî ne, êriş pêk anîn. Ji ber wê jî rewşa hin deverên gundewarê Şamê û Siwêdayê xerab bû, nexasim piştî belavbûna qeydên deng ên ku tê de heqaret li ol û mezheban tê kirin. Di encama wê rageşiyê de kuştî û birîndar çêbûn.

Rêveberiya Xweser diyar kir, ew li hemberî wan bûyeran nîgeran e û banga aramkirina rewşê kir. Herwiha bang li desthilata Şamê kir ku rê nede, komkujiyên li peravê çêbûne li van deveran dubare bibin û pêşî li kiryarên qetilkirina sivîlan li ser bingeha mezhebî bigire.

Rêveberiyê di daxuyaniyê de destnîşan kir, pêwîstî bi çareserkirina sedemên hiştine alozî derkevin û civaka Sûrî were parçekirin heye. Herwiha banga avakirina pergaleke demokratîk a pirreng kir ku tê de tevahî Sûriyeyê bên temsîlkirin, bi rêya diyalogê nakokî û pirsgirêkên asê çareser bikin û dûrî bijarteya leşkerî bikevin.

Di berdewama daxuyaniyê de hat diyarkirin, di dîroka krîza Sûriyeyê de tu carî bijarteya leşkerî bi kêr nehatiye û ji bo wê rejîma Bei mînak e.

Di dawiya daxuyaniyê de hat gotin, pêdiviya Sûriyeyê ji her demê zêdetir bi destûr û hikumetekê ku mafê tevahî gelê Sûriyeyê misogerkirî be, heye.