SOHR: 74 kes li deverên Duriziyan hatine kuştin

Navenda Nûçeyan (K24) – Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirovan (SOHR) ragihand, di nava 48 demjimêrêm borî de, di encama şer û pevçûnên li bajarokên Ceremana û Eşrefiyet Sehnaya yên li gundewarê Şamê û parêzgeha Siweydayê de, herî kêm 74 kes hatine kuştin.

Li gorî zanyariyên Rewangehê, şer û pevçûn di navbera endamên hêzên ewlehiyê yên hikûmeta Sûriyeyê û komên çekdar ên xwecihî de derketine û di du rojên borî de, 74 kes hatine kuştin.

Da zanîn jî, li Ceremana û Eşrefiyet Sehnaya di nav kuştiyan de 30 endamên hêzên ewlehiyê, 15 çekdarên Durzî û welatiyekî sivîl hene. Rewangehê herwiha diyar kir, 27 kesên din ên Durzî jî li parêzgeha Siweydayê û derdora wê hatine kuştin.

Ji aliyê din ve, çavkaniyan ragihandin ku hêzên ser bi Wezareta Berevaniyê ya Sûriyeyê ve, duh piştî pevçûnên dijwar bi komên çekdar ên xwecihî yên Durzî re, Eşrefiyet Sehnaya kontrol kir. 

Diyar kir jî, di heman demê de teqînên bihêz li wan her du bajarokan deng vedane ku wek encama êrîşên esmanî yên Îsraîlê ji bo parastina Duriziyan hatine binavkirin.

Li gorî heman çavkaniyan, yekîneyên Wezareta Berevaniyê li hundirê Eşrefiyet Sehnaya belav bûne ji bo lêgerîna li kesên "daxwazkirî" û desteserkirina çekan, piştî ku hemû rê û deriyên diçin ji wî bajarok girtin.

Serokê Ruhanî yê Durziyan banga destêwerdana navdewletî ya bilez kir

Derbarê van rûdanan de, Serokê Ruhanî yê Durziyan Şêx Hikmet Hecerî di daxuyaniyekê de ragihand, bûyerên li Ceremana, Eşrefiyet Sehnaya û deverên din ên Durziyan li başûrê Şamê “komkujiyên plankirî û rêkxistî ne û ev yek eşkere û bi belge ye.”

Hecerî bang li civaka navdewletî kir ku “bilez û rasterast” destêwerdanê bikin, ji bo parastina aştiyê û rawestandina tawan û binpêkirinên li dijî sivîlan.