Tê pêşbînêkirin berhema petateyan a îsal 600 hezar ton be

Navenda Nûçeyan (K24) – Rêveberê Giştî yê Çandiniyê yê Dihokê Ehmed Cemîl ragihand, li parêzgehê 48 hezar donim erd bi petateyan hatiye çandin û tê texmînkirin ku berhemê petateyan ê îsal bigihêje nêzîkî 600 hezar tonî.

Ehmed Cemîl îro 1ê Gulanê di daxuyaniyekê de ji bo malpera K24ê diyar kir: “Li parêzgeha Dihokê, 48 hezar donim bi petateyan hatine çandin. Em texmîn dikin ku berhemê îsal nêzîkî 600 hezar ton be.”

Rêveberê Çandiniyê yê Dihokê herwiha da zanîn, berhemê petateyan li embarên parêzgehê nemaye û hawirdekirina wê jî qedexe ye û got: “Tiştê ku niha di embaran de heye, tenê têra pêdiviyên tova îsal dike.”

Ehmed Cemîl tekez kir, eger îsal berhemê petateyan têra pêdiviyên navxweyî yên Herêma Kurdistanê bike, ew plan dikin ku beşek ji wê berhemê hinardeyî welatên wek Urdin, Îmarat, Qeter û herwiha parêzgehên başûr û naverasta Iraqê jî bikin.

Amaje bi wê yekê jî kir, her sal petate bi rêya firokeyan ji bo hin welatan tên hinardekirin, lê belê piraniya petateyên Herêmê ji bo bazarên başûr û naverasta Iraqê tên şandin.

Ehmed Cemîl destnîşan kir, bi saya hewl û piştevaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, hinardekirina petateyan bo derve her sal berdewam bûye û wiha got: “Sala borî, li parêzgeha Dihokê nêzîkî 5 hezar ton kartol hinardeyî derveyî Iraqê hat kirin.”

Parêzgeha Dihokê yek ji navendên girîng ên çandiniyê li Herêma Kurdistanê tê hejmartin. Di salên dawî de, çandina petateyan li deverê geşbûneke mezin dîtiye û bûye yek ji berhemên sereke yên stratejîk ji bo ewlehiya xurekê li Herêmê. 

Hikûmeta Herêma Kurdistanê giringiyeke taybet dide pêşxistina sektora çandiniyê, bi armanca zêdekirina berhemên navxweyî, kêmkirina pêwîstiya bi hawirdekirinê û vekirina derfetên hinardekirinê bo bazarên derve. 

 
 
 
 
Fly Erbil Advertisment