Serokê Şaredariya Sehnaya hat kuştin
Navenda Nûçeyan (K24) - Medyayên Erebî parve kiriye ku, Serokê Şaredariya Sehnaya û kurê wî hatin kuştin, ku ji aliyê kesên nenas ve teqe lê hatiye kirin.
Li dû nûçeyeke medyayên Erebî, piştî çend seetan ji hatina hêzên Wezareta Bergiriyê û Wezareta Navxwe yên Sûriyeyê ji bo bajarkê Sehnaya , îro (Pêncşem, 01.05.2025) ji aliyê çend kesên nenas ve teqe li Serokê Şaredariya Sehnaya Husam Werûr û kurê wî hatiye kirin û her du hatine kuştin.
Medyayên Erebî amaje jî daye, “Hêzên Ewlehiyê yên Sûriyeyê dest bi lêkolînê kiriye, ji bo eşkerekirina nasnameya tawanbaran.”
Ajansa SANAyê ya nûçeyan a fermî ya Sûriyeyê duhî (Çarşem, 30.04.2025) parve kir, “Lihevkirineke destpêkî ji bo ragehandina agirbestê li bajarê Ceramane û bajarkê Sehnaya li Rîf Şamê hatiye kirin.”
Her duhî desthilatdarên Sûriyeyê şandina hêzê ji bo bajarkê Cermane bi merema berqerarkirina ewlehî û seqamgiriya deverê ragehand.
Hêzên ewlehiyê yên Sûriyeyê soz daye ku hemî pêkhateyên Sûriyeyê biparêzin tevî Dirûzan jî. Ev jî piştî şer û pevçûnan tê, ku di dema du rojan de nêzî 40 kesan hatin kuştin. Her ev yek bû sedema wê yekê ku Israîl desttêwerdanê bike û êrîşa asmanî bike ser wê deverê.