Sûdanî: Ehmed Şera li Bexdayê behsa nerîna xwe bo paşerojê dike

Sûdanî
Sûdanî

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokwezîrê Îraqê radigehîne, “Serokê Sûriyeyê Ehmed Şera li nav Lûtkeya Erebî ya Bexdayê amade dibe û behsa dîtin û nerînên xwe ji bo paşerojê dike.”

Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî di çavpêkeftineke tilevizyonî de ragehand, “Lûtkeya Erebî ya Bexdayê tenê mêvandarî nabe, belkî dibe faktera çarekirina komeke arêşeyan jî.”

Ew çavpêkeftin ji aliyê Ajansa Fermî ya Îraqê ve hatiye parvekirin û Sûdanî tê de dibêje, “Tevî awayê guhertinan li Sûriyeyê, lê amadebûna Serokê Sûriyeyê Ehmed Şera li nav Lûtkeya Erebî ya Bexdayê giring e û welatên Erebî jî li ser nehêlana wê rewşa Sûriyeyê rijd in, ku ev dehsaleke Sûriye ji ber wê rewşê dinale.”

Sûdanî di derheqa danûstandinên navbera Amerîka û Îranê li ser pirojeya atomî ya Îranê jî dibêje, “Serkeftina danûstandinên navbera Îran û Amerîkayê tenê bandor li ser welatên deverê nabe, belkî dê li ser Îraqê jî hebe ku ji ber aloziyan peywendiyên navbera wan her du welatan hevrûşî qebxwaziyan bûye.”

Pêştir Wezîrê Rewşenbîrî û Şûnwarî yê Îraqê Ehmed Fekak Bedranî bi nûnerîtiya Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî nameyeke vexwandinê ya fermî pêşkêşî Serokê Sûriyeyê Ehmed Şera kiribû ku tevlî Lûtkeya Erebî ya Bexdayê bibe, ku biryar e li roja 17ê Gulanê bi rê ve biçe.

Serokê Sûriyeyê Ehmed Şera jî paştir eşkere kiribû ku, nameya vexwandinê ya Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî gehiştiye wî û dê di nav wê lûtkeyê de amade bibe.

 
 
 
Fly Erbil Advertisment