Tirkiyeyê 18 fermanberên Şaredariya Stenbolê desteser kirin

Ekrem Imamoglu
Ekrem Imamoglu

Navenda Nûçeyan (K24) - Dadgeha Tirkiyeyê biryara desteserkirina 18 fermanberên Şaredariya Stenbolê bi tometa gendeliyê derxistiye. Ew biryara dadgehê jî di çarçoveya wê helmetê de hat dan ya ku, Hikûmeta Tirkiyeyê li dijî tevgera  opozisyonê dest pê kiriye, ji wan jî desteserkirina Serokê Şaredariya Mezin a Stenbolê Ekrem Imamoglu, pê re jî Berpirsê Nivîsîngeha Serokê Şaredariya Stenbolê û Cîgirê Serokê Fermangeha Av û Avrêjan a girêdayî şaredariya wî bajarî.

Ajansa Anadoluyê ya Tirkiyeyê nûçeya desteserkirina 18 fermanberên Şaredariya Mezin a Stenbolê parve kir.

Li dû gotinên medyaya Tirkiyeyê, Serokê Şaredariya Mezin a Stenbolê Ekrem Imamoglu, ku hevrikê siyasî yê Erdogan e ji bo postê Serokatiya Komara Tirkiyeyê, bi tometa gendelî û alîkarîkirina komên teroristî hatiye desteserkirin.

Dihat çaverêkirin ku Partiya Gel a Komarî (CHP) Imamoglu ji bo postê Serokatiya Komarê kandîd kiriba. Li dû çend rapirsiyên pêştir jî li ser raya giştî, Imamoglu li pêş Erdogan bû ku bibe Serokkomarê Tirkiyeyê.

Li dû nûçeyên kanala NTVyê, Tirkiyeyê di vê heftiyê de 52 kes desteser kirine ji bo ku lêkolînan pê re bike û biryara dadgehê jî li ser wan sepandiye.

Imamoglu hemî tometên ku ji bo wî hatine arastekirin red kirin, desteserkirina wî jî nerazîbûnên mezin ên cemawerî li piraniya bajarên Tirkiyeyê peyda kirin, rewşeke aborî ya dijwar jî li Tirkiyeyê peyda kir û herwesa dadgeh jî rûbirûyî gelek nerazîbûn û skalayan bûye ku alîgirya desthilatê kiriye, lê dadgehê ew yek red kiriye û dibêje, “Em serbixwe û bêalî ne.”

 
 
Fly Erbil Advertisment