Birîtanyayê 4 Îranî bi tohmeta kiryarên terorîstî girtin

Navenda Nûçeyan (K24) – Polîsên Brîtanyayê pênc kes bi tohmeta kiryarên terorê girtin, ku çar ji wan welatiyên Îranê ne.
Polîsa Londonê îro 4ê Gulanê di daxuyaniyekê de got, girtina wan 5 kesan di çarçoveya operasyonek li London, Manchester û Swindon li Birminghamê de pêk hatine.
Diyar kir jî, ew bi plankirina kiryareke terorîstî li herêmeke diyarkirî têne gumankirin.
Nasnameya rastîn a gumanbaran bi temamç di daxuyaniyê de nehatiye eşkerekirin, lê destnîşan kiriye, 4 ji wan welatiyên Îranî ne, temenê wan di navbera 29 û 46 salî de ne. Gumanbarê pêncemîn di bin lêpirsînê de ye.
Serokê Beşa Dije-Terorê ya Polîsê Londonê Dominic Murphy got, lêpirsînek pêşîn tê kirin, da ku têkiliya di navbera gumanbarên girtî û agahdariyên îstîxbaratê de bê zanîn.