Du kes li ser teqîna Bender Ebasê hatine desteserkirin

Navenda Nûçeyan (K24) - Di çarçoveya lêkolînên li ser teqîna bajarê Bender Ebasê li Îranê de, du kes hatin desteserkirin ku yek ji wan berpirsekî hikûmetê ye.
Medyayên Îranê îro (Yekşem, 04.05.2025) parve kir, “Du kes, ku yek ji wan li kertê hikûmetê birêveber e û yê din li kompaniyeke taybet birêveber e, di çarçoveya lêkolînên li ser teqîna benderê Şehîd Recayî li bajarê Bender Ebasê de hatin desteserkirin.”
Medyayên Îranê herwesa amaje da, “Ji ber xemsariya wan her du birêveberên ku hatine desteserkirin di karên wan de, ev teqîna bihêz rû da.”
Teqîneke bihêz li roja 26.04.2025ê li benderê Şehîd Recayî li bajarê Bender Ebasê yê Îranê çê bû. Li dû medyaya Îranî jî, dibe ku ew teqîn di konêktereke madeyên kîmyayî yên metirsîdar de çê bûbe.
Wezîrê Navxwe yê Îranê Eskender Muminî jî li roja 28.04.2025ê ji medyayên welatê xwe re gotibû, “Teqîna Benderê Recayî ji ber xemsarî û pabendnebûna bi qanûnên silametiyê rû da.” Amaje jî dabû, “Ew kesên ku ji wê teqînê berpirsyar in hatine dîtin û ji bo lêkolînê hatine daxwazkirin.”
Li dû dawî zanyaran, 70 kes di teqîna Benderê Recayî yê Bender Ebasê de mirine û bi hezaran kes jî birîndar bûne.