Lijneya Rêveberiya Navendî ya AK Partiyê îro dicive

Navenda Nûçeyan (K24) - Lijneya Rêveberiya Navendî ya AK Partiyê (MYK) îro li Navenda Giştî ya AK Partiyê di bin serokatiya Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan de dê bicive. Piştî wefata parlamenterê Stenbolê yê DEM Partiyê û endamê Şanda Îmraliyê Sirrı Süreyya Onder, pêvajoya “Tirkiyeyeke bê Teror” û daxwazên Şanda Îmraliyê wê di rojeva civînê de bin.
Lijneya Rêveberiya Navendî ya AK Partiyê (MYK) îro (Duşem, 05.05.2025) li Navenda Giştî ya AK Partiyê di bin serokatiya Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan de dê bicive. Biryar e civîn saet 15:30an dest pê bike. Tê payîn ku di MYKê de, ku dê bi rojeveke mijûl bicive, gelek mijarên têkildarî rojevên navxweyî û derveyî werin nîqaşkirin.
‘Pêvajoya Aştiyê’ ango ‘Pêvajoya Tirkiyeya Bê Teror’ dê Di Rojevê De Bê’
Piştî mirina ango wefata parlamenterê Stenbolê yê DEM Partiyê û endamê Şanda Îmraliyê Sirrı Süreyya Önder, tê çaverekirin ku pêvajoya aştiyê an jî “Tirkiyeya bê teror” di rojeva civînê de be. Herwiha tê payîn ku daxwazên ku di hevdîtina Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê Yilmaz Tunç û Şanda Îmraliyê yê derbarê pêvajoyê de derketin holê, werin rojevê û ev daxwaz jî bên gotûbêjkirin
‘Dê Zanyariyên li ser Enflasyonê Bên Nîqaşkirin’
Di civîna ku dê di bin serokatiya Erdogan de bê kirin de, ji bilî rojevên siyasî, daneyên aborî jî dê werin nîqaşkirin. Agahiyên enflasyonê yên meha Nîsanê yên ku Saziuya Amaran ya Fermî a Tirkiyeyê (TÛÎK) dê eşkere bike, îro dê li ser maseyê bin.
‘Êrîşên Îsrailê Li Ser Sûriye Û Xezeyê Wê Bên Nîqaşkirin’
‘Îsraîlê herî dawî êrîşên esmanî li dijî Şam û Hemayê pêk anîn. Her çiqas tê payîn ku êrîşên Îsraîlê yên li ser Sûriyeyê di vê civînê de bên nîqaşkirin jî, êrîşên li ser Xezeyê jî dê di rojevê de bin.’