Dîdara Bazirganiyê ya Iraq û Tirkiyeyê li Silêmaniyê birêve diçe

Navenda Nûçeyan (K24) – Li bajarê Silêmaniyê “Dîdara Bazirganî ya Iraq û Tirkiyeyê” ji aliyê Kompanyaya Atlas Asîl ve, bi hevkariya Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Silêmaniyê tê lidarxistin.

Dîdar îro 6ê Gulanê bi beşdariya bazirganê navdar ê Rojhilata Navîn Sultan Ehmed Dînar, Serokê Federasyona Dahênerên Ewropî û Nûnerê Zanîngeha Belcîkayê Profesor Dr. Mladen Kariç, ligel nûnerên zêdetirî 25 kompanyayên Tirkî û zêdetirî 150 bazirgan û karsazan birêve diçe.

Rêveberê Kompanyaya Atlas Hesen Rehîm ji K24ê re ragihand, ev dîdar yekemîn civîna bi vî rengî ye ku li ser asta Herêma Kurdistanê û Tirkiyeyê li Silêmaniyê tê lidarxistin û gelek kesayetiyên navxwe û derve tê de beşdar in.

Rehîm herwiha got: “Dîdar ji du beşan pêk tê. Beşek jê avakirina peywendiyan e di navbera bazirganên Herêma Kurdistanê, bi taybetî yên Silêmaniyê, û bazirganên Tirkiyê de. Ji ber ku niha geştên asmanî di navbera firokexaneyên Tirkiyê û Silêmaniyê de rawestandî ne, em hêvîdar in ku ev dîdar bandorekê li ser çareserkirina vê pirsgirêkê bike.”

Destnîşan kir ku beşa duyem jî beşdariya çend sermayedarên biyanî ye, ku ev yek ji aliyê aborî û veberhênanê ve xwedî girîngî ye, û armanc ew e ku veberhênana di navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyeyê de zêdetir were pêşxistin.

Rêveberê Kompanyaya Atlas da zanîn jî, dîdar ji du beşên sereke pêk tê; beşa yekem gotûbêjên giştî li ser dîdarê û armancên wê li xwe digire, beşa duyem jî ji bo civînên dualî yên di navbera bazirganan de hatiye terxankirin. 

Rehîm amaje bi wê jî kir: “Ji ber ku bazirganên hatine vexwendin pispor in û di warên taybet de kar dikin, em hêvî dikin ku bazirganên Herêmê sûdê ji vê derfetê werbigirin.”

 
 
Fly Erbil Advertisment