Ehmed Şer'a gihîşt Parîsê: Fransa daxwazên xwe dubare dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Sûriyê Ehmed Şer'a di çarçoveya yekem serdana xwe ya fermî bo Ewropayê de, gihîşt paytexta Fransa, Parîsê.
Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron îro 7ê Gulanê li Koşka Elysee pêşwazî li Serokê nû yê Sûriyeyê Ehmed Şera kir.
Serokatiya Fransayê jî ragihand, Macron dê di hevdîtinê de piştevaniya Fransayê ji bo “avakirin û damezrandina Sûriyeke nû, azad, aram û serwer ku rêzê li hemû pêkhateyên civaka Sûriyê digire” tekez bike.
Ji aliyê xwe ve, Wezîrê Karên Derve yê Fransayê Jean-Noel Barrot, di bernameyekê de li televîzyona TF1 derbarê pêşwazîkirina Şer'a de axivîbû û ragihand, welatê wî pêşwaziyê li Serokê Qonaxa Veguhêz a Sûriyê, Ehmed Şer'a dike. Armanca vê pêşwaziyê ew e ku ji Şer'a daxwaza avêtina gavên zêdetir li Sûriyê bikin, bi taybetî di warê şerê li dijî terorê û sizadana berpirsên komkujiyan de.
Wezîrê Fransî tekezî li ser du xalên sereke kiribû ku divê rêveberiya nû ya Sûriyê li ser bixebite. Xala yekem, rûbirûbûna kesên ku ji sizayan filitîne û berpirsên komkujiyan in. Barrot gotibû: “Ez behsa tawanên Beşar Esed dikim. Lê nayê qebûlkirin jî kesên berpirs di ber komkujiyên li dijî Elewiyan û yên li dijî Durziyan de neyên cezakirin. Divê ev kes bên pêşberî dadgehê û werin cezakirin.”
Xala duyemîn a ku Wezîrê Fransî bal kişandibû ser, pêwîstiya nîşandana pabendbûneke xurt di şerê li dijî DAIŞê de ye. Barrot da zanîn: “Divê ew (rêveberiya nû) bi awayekî bêguman nîşan bidin ku ew ê bi me re şerê DAIŞê bikin.”
Barrot amaje bi mijara çekên kîmyewî kiribû û wiha axivîbû: “Me ji vê hikûmeta veguhêz a nû xwestiye ku mijara çekên kîmyewî yên li Sûriyeyê belav bûne çareser bike.”
Jean-Noel Barrot diyar kiribû, pêştir wan ji rayedarên Sûriyê xwestibû ku bi Kurdan re, ku hevalbendên wan ên dilsoz in di şerê li dijî terorê de, diyalogê bidin destpêkirin û da zanîn ku ev diyalog hatiye destpêkirin. Wezîr Barrot gotibû: "Niha, eger em pêşwaziyê lê (Şer'a) dikin, tam ji bo wê yekê ye ku jê bixwazin gavên zêdetir bavêje, bi taybetî li ser van du xalên ku me behs kirine.”