Qeter mûçeyên 3 mehan bi zêdebûna ji sedî 400 ji karmandên Sûriyeyê re dabîn dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Darayî yê Sûriyê ragihand, dewleta Qeterê ji bo dayîna mûçeyên karmend û xanenişînan, dê alîkariyeke darayî ya mehane 29 milyon dolarî ji bo sê mehan pêşkêşî Sûriyê bike, û ev alîkarî dikare were dirêjkirin. Tê payîn ku bi vê alîkariyê mûçeyên zêdetirî milyonek karmendan %400 zêde bibin.
Li gorî ajansa fermî ya Sûriyê “SANA”,Wezîrê Darayî yê Sûriyê Mihemed Yeser Berniyê spasiya hikûmeta Qeterê kir ji bo vê alîkariya darayî û got, “Ev alîkarî ji bo dabînkirina mûçeyan e û her meh 29 milyon dolar e, dê ji bo sê mehan berdewam bike û şertê dirêjkirinê jî heye.”
Berniyê herwiha da zanîn ku bi vê alîkariyê dê mûçeyên karmendên sektorên tenduristî, perwerde, kar û karûbarên civakî û herwiha xanenişînên sivîl bên dayîn.
Wezîrê Sûrî tekez kir, ev alîkarî nakeve çarçoveya cezayên Amerîkayê û ji ber vê yekê spasiya Wezareta Gencîneyê ya Amerîkayê kir ji bo bersivdana bilez û hêsankirina vê mijarê. Got jî: “Em hêvîdar in ku ev pêngav bibe sedema pêngavên din ji bo bilindkirina baweriyê û kêmkirina zêdetir a cezayan.”
Berniyê herwiha eşkere kir, ev alîkarî ji aliyê Bernameya Pêşxistina Neteweyên Yekbûyî (UNDP) ve tê birêvebirin û “wekhevî pênc mûçeyên mehane yên niha ye.” Herwiha got jî: “Em di çaksaziyên darayî de berdewam in ji bo bilindkirina asta baweriyê bi sîstema me ya darayî.”
Ji aliyekî din ve, ajansa “Reuters” ji zarê sê çavkaniyên Amerîkî ragihand, wan destpêşxeriya Qeterê ji bo dabînkirina darayî ji bo sektora giştî ya Sûriyê pesend kiriye.
Çavkaniyeke din a darayî ya Sûriyê eşkere kir, ev pere bi şert e û tenê dikare ji bo karmendên hikûmetê di sektora giştî ya Sûriyê de were bikaranîn û divê wezaretên navxwe û berevaniyê negire nava xwe. Heman çavkaniyê da zanîn, biryar e meha bê dest bi xercikirina van pereyan were kirin, ku ev yek dê rê bide zêdekirina %400 a mûçeyên zêdetirî milyonek karmendên hikûmetê.