Erdogan nûnerê xwe yê ji bo karûbarên Iraqê diyar kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan ji bo cara yekem nûnerê xwe yê taybet ji bo karûbarên Iraqê destnîşan kir. 

Veysel Eroglu wek nûnerê taybet Erdogan ji bo karûbarên Iraqê hat diyarkirin û biryara têkildar di Rojnameya Fermî ya welat de hat weşandin ku îmzeya Serokkomarê Tirkiyeyê li ser e.

Veysel Eroglu ku di 18ê Tebaxa 1948an de li bajarê Şuhutê yê parêzgeha Afyonkarahisarê ya Tirkiyeyê ji dayik bûye, di navbera salên 2007-2011an de Wezîrê Daristan û Jîngehê û ji sala 2011an heta 2018an jî Wezîrê Daristan û Karûbarên Avê yê Tirkiyeyê bû.

Ev pêngav di demekê de tê ku Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî îro 08.05.2025an, bi serdaneke fermî gihîştiye Enqereyê û ji aliyê Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan ve hatiye pêşwazîkirin. 

Tê payîn ku di çarçoveya vê serdanê de, hejmarek rêkeftin di navbera herdu welatan de bên îmzekirin.

 

 
Fly Erbil Advertisment