Tirkiye û Iraqê 11 peymanên hevkariyê îmze kirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî di serdaneke fermî de li Enqereyê ligel Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan civiya. Di encama vê serdanê de, her du aliyan 11 peyman di warên cuda de îmze kirin.
Ev peyman warên wekî leşkerî, berevanî, xwendina bilind û rûbirûbûna bazirganiya madeyên hişbir û gelek warên din li xwe digirin. Hêjayî gotinê ye ku di Nîsana sala borî de jî, Erdogan serdana Îraqê kiribû û di wê serdanê de 26 yadaştên têgihiştinê di navbera her du welatan de hatibûn îmzekirin.
Piştî civîna Sûdanî û Erdogan, her du aliyan tekezî li ser girîngiya xurtkirina pêwendiyên dualî û berfirehkirina hevkariyê di hemû waran de kirin.
Naveroka Yadaştên Îmzekirî:
Li gorî agahiyên ku hatine parvekirin, naveroka yadaştên ku hatine îmzekirin wiha ye:
Koça Neyasayî: Hevahengiya di derbarê koça neyasayî de û vegerandina bi dilxwazî ya welatiyên Îraqî bo welatê wan. Ev peyman di navbera Wezareta Navxwe ya Tirkiyê û Wezareta Koç û Koçberan a Îraqê de hat îmzekirin.
Perwerdeya Hêzên Ewlehiyê: Hevahengiya di derbarê perwerdekirin û rahênana hêzên ewlehiyê de di navbera Wezaretên Navxwe yên her du welatan de.
Danûstandina Agahiyên Meydanî: Hevahengiya di rahênana danûstandina agahiyên meydanî de ji bo hêzên ewlehiyê, di navbera her du Wezaretên Navxwe de.
Rûbirûbûna Madeyên Hişbir: Têkoşîna li dijî bazirganiya madeyên hişbir û madeyên psîkoaktîf.
Rêveberiya Karesatan: Hevahengiya di parvekirina agahiyan û rêveberiya karesat û bûyerên xwezayî de.
Dîjîtalkirina Zanistê: Hevahengiya di warê dîjîtalkirina zanist û lêkolînên zanistî de, di navbera Wezareta Gihandin û Binesaziyê ya Tirkiyê û Wezareta Xwendina Bilind û Lêkolînên Zanistî ya Îraqê de.
Pîşesaziya Berevaniyê: Hevahengiya di derbarê pîşesaziya berevaniyê de, di navbera Wezaretên Berevaniyê yên her du welatan de.
Xwendina Bilind: Vekirina şaxên zanîngehên Tirkiyê li Îraqê û hevahengiya zanistî di navbera zanîngehên Îraq û Tirkiyê de, di navbera dezgehên xwendina bilind ên her du aliyan de.
Keşnasiyê (Meteorolojî): Hevahengiya di derbarê keşnasiyê de, di navbera Wezareta Pîşesazî û Teknolojiyê ya Tirkiyê û Wezareta Plansaziyê ya Îraqê de.
Teknolojiya Leşkerî: Hevahengiya di teknolojiya leşkerî de, di navbera Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê û Şêwirmendiya Serokwezîrê Îraqê ji bo Karûbarên Leşkerî de.
Yasa û Dadwerî: Hevahengiya di warê yasa û dadweriyê de, di navbera Wezaretên Dadê yên her du welatan de. Ev peymana dawî bû ku di navbera Tirkiye û Îraqê de hat îmzekirin.
Ev peymanên nû wekî gaveke din ji bo bihêzkirina pêwendiyên stratejîk û berfirehkirina qadên hevkariyê di navbera Enqere û Bexdayê de tên nirxandin. Tê payîn ku ev hevkariyane bandoreke erênî li ser ewlehî û aramiya herêmê bikin û berjewendiyên hevbeş ên her du welatan misoger bikin.