Amerîka: Danîna “Ebû Şeqra” wek fermandarê artêşa Sûriyeyê şaştiyeke mezin e

Navenda Nûçeyan (K24) – Amerîkayê bi tundî destnîşankirina Ehmed El-Heyis (Ebû Hatim Şeqra) ji aliyê desthilatdariya demkî ya Sûriyê ve wek fermandarê yekîneyeke nû ya artêşa Sûriyê li bakurê rojhilatê welêt şermezar kir. 

Medyaya Sûriyê di 5ê Gulanê de ragihandibû, Wezareta Berevaniyê ya Sûriyê Ehmed El-Hayis ê ku ji ber tometên binpêkirina mafên mirovan û kuştina siyasetmedara Kurd Hevrîn Xelef di lîsteya sizayên Amerîkayê de ye, wek fermandarê firqeyeke leşkerî li herêma Cizîrê ya Sûriyê destnîşan kiriye.

Berdevka Wezareta Derve ya Amerîkayê Tammy Bruce duh 8ê Gulanê tayînkirina El-Heyis bi tundî şermezar kir û got, “Biryara desthilatdariya demkî ya ji bo tayînkirina vî kesê ku xwedî qeydeke dirêj a binpêkirinên mafên mirovan û têkdana erkê me ya têkbirina DAIŞê ye, di posteke fermî de, şaşiyeke cidî ye ku Amerîka piştgiriya wê nake.”

Sizayên li Dijî Ehmed El-Heyis û Ehrar El-Şerqiye

Amerîkayê yekem car di havîna 2021an de, di dema rêveberiya Biden de, siza li ser El-Heyis û koma wî Ehrar El-Şerqiye sepandibû. Di wê demê de, Amerîkayê bal kişandibû ser armanckirina Kurdên Sûriyê ji aliyê vê komê ve.

Wezareta Xezîneyê ya Amerîkayê, di daxuyaniya xwe ya Tîrmehê de dema ku siza ragihandin, El-Heyis wek “serkêşê Ehrar El-Şerqiye” bi nav kiribû û gotibû ku ew “rasterast hevparê gelek binpêkirinên mafên mirovan ên milîsan e.”

Di daxuyaniyê de hatibû gotin ku El-Heyis “di bazirganiya jin û zarokên Êzidî de cih girtiye û endamên berê yên DAIŞê xistiye nav refên Ehrar El-Şerqiye.”

Derbarê komê de, Wezareta Xezîneyê gotibû, “Ehrar El-Şerqiye xwedî qeydeke binpêkirinên mafên mirovan e ku kuştina siyasetmedara Kurd û Sekretera Giştî ya Partiya Sûriya Pêşerojê Hevrîn Xelef û herwiha parêzvanên wê di Cotmeha 2019an de li xwe digire.”

 
Fly Erbil Advertisment