Gera çarê ya danûstandinên Îran û Amerîkayê bidawî hat

Navenda Nûçeyan (K24) - Gera çarê ya danûstandinên navbera herdu şandên Amerîka û Îranê li Mesqeta paytexta Umanê bidawî hat.

Şandên Amerîka û Îranê îro (Yekşem, 11.05.2025) li Mesqetê ji bo cara çarê civiyan, ji bo ku li ser bernameya atomî ya Tehranê danûstandinan bikin.

Ew civîn bi serokatiya Nûnerê Taybet ê Trump ji bo Rojhilata Navîn Steve Witkoff û Wezîrê Derve yê Îranê Ebas Êraqçî ve hat birêvebirin.

Malpera Axiosê ya Amerîkayî parve kir, “Gera çarê ya danûstandinên navbera Amerîka û Îranê zêdetirî sê seetan vekêşa.”

Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê Îsmaîl Beqayî jî di vî warî de li ser hejmara xwe ya tora civakî ya Xê ragehand, “Ev gera danûstandinan dijwar bû, lê ji bo baştir fêmkirina helwestên hev û dîtina rêyeke guncayî ji bo çareserkirina pirsgirêkan bifeyde bû.”

Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê amaje jî da ku, Oman dê roja gera bê ya danûstandinan rabigehîne.

Ajansa France Pressê jî ji zarê berpirsekî bilind ê Amerîkayê ragehand, “Ev gera danûstandinan dê ji bo her du welatan palder be ku, ji bo bernameya atomî ya Tehranê bigehin çareseriyeke guncayî.”

 
 
Fly Erbil Advertisment