Mesrûr Barzanî: Niha taxa Beroşkê bayekî pakijtir û kareba berdewam hene

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê radigehîne ku, ji ber pirojeya Ronakiyê, niha taxa Beroşkê ya Dihokê bayekî pakijtir û kareba berdewam hene û bi bihayekî ji caran kêmtir.
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (Yekşem, 11.05.2025) li ser hejmara xwe ya tora civakî ya Xê nivîsiye, “Li taxa Beroşkê ya bajarê Dihokê, ku kareba wan bûye 24 seetî, min guhdariya dîtin û nerînên welatiyan li ser pirojeya Ronakiyê kir.”
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê herwesa gotiye, “Ez dilxweş bûm ku şêniyên taxa Beroşkê got ku wê taxê niha ji ber pirojeya Ronakiyê bayekî pakijtir û kareba berdewam hene û bi bihayekî ji caran kêmtir.”
Mesrûr Barzanî amaje jî daye, “Zêdetirî 600 hezar welatiyan li seranserî Herêma Kurdistanê ji niha ve tamê ji kareba bêrawestiyan werdigirin.”
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê tekez jî kir, “Pirojeya Ronakiyê pêşengiyeke niştîmanî ye, heta dawiya sala 2026ê, kareba 24 seetî seranserî Herêma Kurdistanê vedigire.”