Şêwirmendê Erdogan: Di destûra nû de dê guhertinên bingehîn bên kirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Şêwirmendê Bilind ê Serokkomarê Tirkiyeyê, Mehmet Uçum, peyamek belav kir û tê de behsa nivîsandina destûreke nû ji bo Tirkiyeyê kir û got, “di destûra nû de dê guhertinên bingehîn bên kirin.”

Mehmet Uçum îro 12ê Gulanê li ser hejmara xwe ya tora civakî “X” nivîsand: “Tirk û Kurd, ligel hemû pêkhateyên din ên Tirkiyeyê, bi şerê serxwebûnê yê li dijî emperyalîzmê û bi damezrandina Komara Tirkiyeyê, bi hev re çarenivîsa xwe diyar kirin. Ji ber vê yekê, Kurd pêkhateyeke sereke ya avakirina Tirkiyeyê ne.”

Mehmet Uçum herwiha nivîsand: “Kurd damezrîner û xwediyê herdemî yê komarê ne û wek beşekî ji hev veneqetiyayî ji neteweya Tirkiyeyê dimînin.”

Derbarê proseya aştî û reformên li Tirkiyeyê, Uçum got: “Tirkiyeyeke bê teror ne armanca dawî ye, belkû destpêkeke nû ye. Lê bi gihîştina qonaxa 'Tirkiyeya bê teror', qonaxeke nû ya dîrokî li Tirkiyeyê dest pê dike, ku ew ê bi her awayî Tirkiyeyê bihêztir bike.”

Şêwirmendê Erdogan behsa destûra nû ya Tirkiyeyê jî kir û got: “Dê di warên demokrasî û yasayê de reformên bingehîn bên kirin. Ev yek dê bibe qonaxek ji bo demokrasî û berbiçavkirina niştimanperweriyê, ber bi armanca serdemeke nû ya Komara Tirkiyeyê.”

 
Fly Erbil Advertisment