Karayilan: Divê dewleta Tirkiyeyê tavilê guhertinên yasayî bike

Navenda Nûçeyan (K24) – Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Murat Karayilan got, qonaxa çekdanînê, dê dema guhertineke yasayî pêk were, dest pê bike.
Kongreya 12emîn a Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) di navbera 5 û 7ê Gulanê de hat lidarxistin. Di kongreyê de Karayilan axivî û ragihand, dawîanîna stratejiya şerê çekdarî ne dawî ye, lê destpêkeke nû ye û ev yek bi hin mercan ve girêdayî ye.
Karayilan di destpêka axaftina xwe de got: “Ev kongre divê biryarên dîrokî werbigire. Biryara hilweşandinê û rawestandina şerê çekdarî dê bigire. Herî kêm baweriya me di destpêkê de bi vî rengî ye.”
Derbarê qonaxa çekdanînê de, Karayilan destnîşan kir, ji bo ev pêk were, pêwîstî bi guhertinên qanûnî yên ku baweriyê bidin heye. Herwiha amaje bi wê yekê kir, yasayên Tirkiyeyê heyî yên hebûna gelê Kurd înkar dikin û got: “Ji ber vê yekê, tenê di çarçoveya guhertinên ku dewlet dê bike de, li ser asta yasayî û dadwerî, PKK dikare proseya danîna çekan pêk bîne.”
Karayilan herwiha rexne li dewleta Tirkiyeyê girt û got: “Eger desthilat behsa aştiya navxweyî dike, wê demê pêwîstî heye ku dijminatî bi dawî bibe. Hîna êrîş hene, hîn bikaranîna çekên kîmyewî heye.”
Karayilan tekez kir jî, ew dawî li stratejiya şerê çekdarî tînin, lê belê ev yek bi merc e: “Eger dewlet vê yekê qebûl neke û ew guhertinên yasayî yên pêwîst, di çarçoveya azadiya Ocalan, dawîanîna şer û dawîanîna dijminatiyê de pêk neyne, ev yek (çekdanîn) pêk nayê.”