Ocalan peyamek li ser xwehelweşandina PKKê belav kir

Navenda Nûçeyan (K24) - Rêberê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) yê zindankirî Ebdila Ocalan ragehand, “Ez pêşwaziya wê biryara dîrokî dikim.”
Rêberê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) yê zindankirî Ebdila Ocalan îro (Sêşem, 13.05.2025) peyamek parve kir û tê de ragehand, “Ez biryarên Kongreya 12ê ya dîrokî silav dikim û bi rêzdarî peyamên girêdayî rojên bên dişînim.”
Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) li roja Duşemê (12.05.2025) di ragehandinekê de encamê kongireya xwe ya 12ê ragehand, ku di navbera 5 heta 7ê vê mehê de li jêr ronahiya banga Rêberê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) yê zindankirî Ebdila Ocalan hat lidarxistin.
Peyama Ocalan:
Hevalên rêzdar, bi xemgîniyeke mezin min nûçeya wexera dawiyê ya Elî Heyder Kaytan û Reza Altun bihîst. Ez bîranîna her du hevalan bilind dinirxînim û wan gelek bi rêzdarî bibîr tînim. Di têkoşîna hebûna neteweyî û civaka demokratîk de, cihê wan her tim xuya ye, wekî nirxên bingehîn ên ku îlhamê didin, ew dê rola xwe her û her bilîzin.
Bi vê helkeftê, ez biryarên Kongreya 12ê ya dîrokî silav dikim û bi rêzdarî peyamên girêdayî rojên bên dişînim.