Koçka Spî: Siûdî bi bihayê 600 milyar dolaran weberhênanê li Amerîkayê dike

Navenda Nûçeyan (K24) - Koçka Spî radigehîne, “Siûdî û Amerîkayê peymaneke leşkerî bi bihayê 142 milyar dolaran îmze kir, ku peymana herî mezin a dîrokê ye û Siûdî dê bi bihayê 600 milyar dolaran weberhênanê li Amerîkayê bike."

Koçka Spî îro (Sêşem, 13.05.2025) eşkere kir, “Waşinton û Riyazê mezintirîn peymana leşkerî ya dîrokê bi bihayê 142 milyar dolaran îmze kir.”

Ajansa Reutersê jî ragihand, “Erebistana Siûdî ji bo kirîna balafirên şerî yên F-35 ji bo Riyazê bi Amerîkayê re danûstandin kirine.”

Ajansa AFPê jî parve kiriye ku, ew peyman li Riyazê di navbera Serokê Amerîkayê Donald Trump û Şahzadeyê Erebistana Siûdî Mihemed bin Selman de hat îmzekirin.

Koçka Spî di beyannameyekê de ragehand, “Wîlayetên Hevgirtî yên Amerîkayê û Erebistana Siûdî mezintirîn peymana leşkerî û bergiriyê di dîrokê de îmze kirin, ji bo ku Erebistana Siûdî bi pergalên bergiriyê yên pêşketî bê zengînkirin.

Koçka Spî herwesa got, “Ew peyman pêşxistina hêza asmanî, bergiriya asmanî û mûşekî û ewlehiya deryayî vedigire.” Amaje jî daye, “Ev peyman dê ewlehiya enerjiyê, pîşesazî û bergiriyê û teknolojiya pêşketî pêşve bibin.”

Koçka Spî her di wê beyannameyê de ragihand, “Kompaniyeke Siûdî dê bi bihayê 20 milyar dolaran li Wîlayetên Hevgirtî yên Amerîkayê di warê Jîriya Çêkirî de weberhênanê bike.” Herwesa ragehand, “Li dû wê peymanê, 12 kompanî dê xizmetên leşkerî yên pêşketî bidin Erebistana Siûdî.”

Koçka Spî eşkere jî kir, “Li dû wê peymanê, Erebistana Siûdî dê bi bihayê 600 milyar dolaran weberhênanê li Amerîkayê bike.”

 
 
Fly Erbil Advertisment