Murat Karayilan: Qonaxa çekdananê hingê pêk tê ku guhertineke qanûnî çê bibe

Murat Karayilan
Murat Karayilan

Navenda Nûçeyan (K24) - Endamê Komîteya Rêveber a Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) Murat Karayilan radigehîne ku, qonaxa bê ya çekdananê dê bi awayekî ku guhertineke qanûnî hebe pêk bê.

Endamê Komîteya Rêveber a Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) Murat Karayilan di çarçoveya kongreya 12ê ya PKKê de got, “Ji bo ku PKK xwe biparêze, bê goman divê desthilatdar pêngavên qanûnî biavêjin. Ger desthilatdar behsa aştiya navxweyî dikin, divê ew dijminatiyê bidawî bînin.”

Murat Karayilan amaje jî da, “Piraniya qanûnên niha hebûna gelê Kurd înkar dikin, ji ber vê yekê jî tenê di çarçoveya guhertinên ji aliyê dewletê ve, di asta qanûnî û dadperwerî de, PKK dikare pêvajoya danedesta çekan bi cîh bîne.”

Navbirî tekez jî kir ku, ew dê stratejiya şerê çekdarî bidawî bikin, lê heke dewlet vê yekê qebûl neke, guhertinên qanûnî yên pêdivî di çarçoveya azadiya Ocalan de, di çarçoveya bidawîanîna şer û dijminatiyê de, ev nayê bidestxistin.”

Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) duhî (Duşem, 12ê Gulana 2025ê) encamên kongreya xwe ya 12ê eşkere kirin û got ku li ser banga Ocalan, PKKê biryar da ku avahiya xwe ya rêxistinî hilweşîne û têkoşîna çekdarî bi dawî bike.

PKKê di ragehandina xwe de amaje jî daye, “Xebata PKKê siyaseta înkar û wêrankirinê ya li dijî gelê me nehêlaye, pirsa Kurdan bi rêya siyaseta demokrasî gehandiye xala çarekirinê û ji vî alî ve  PKKê erkê xwe yê dîrokî temam kiriye. Li ser vê bingehê, Kongireya 12ê ya PKKê bi merema bicihanîn û birêvebirina piroseya kiryarkî li jêr serkirdetiya Rêber Apo (Ebdila Ocalan), biryara helweşandina heykelê rêkxistinî yê PKKê û bidawîanîna awayê xebata çekdariyê da, herwesa ew çalakî jî bidawî anîn ên ku bi navê PKKê tên kirin.”

 
Fly Erbil Advertisment