Nêçîrvan Barzanî: Lûtkeya Komkara Erebî li Bexdayê bo îraqê dibe westgeheke dîplomatîk a dîrokî

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Herêma Kurdistanê peyamek li ser Lûtkeya Komkara Erebî li Bexdayê belav kir û amaje da ku, ew dê ji bo vegerandina rola sereke ya Îraqê bibe westgeheke dîplomatîk a dîrokî.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzaniyê îro (Çarşem, 14ê Gulana 2025ê) li ser tora civakî Xê peyamek bi zimanê Erebî li ser Lûtkeya Komkara Erebî li Bexdayê belav kir û tê de ragehand ku, ew pêşwaziya wê lûtkeyê dikin ku ji bo vegerandina rola sereke ya Îraqê li Rojhilata Navîn dibe westgeheke dîplomatîk a dîrokî.
Nêçîrvan Barzanî herwesa amaje da ku, ew bi tevahî piştgiriyê didin bizavên Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî ji bo xurtkirina hevkariya Erebî, avakirina hevparî û berjewendiyan û serkêşiya kêmkirina aloziyan û temamkariya herêmî li Bexdaya paytexta Îraqê.