Mesrûr Barzanî serexweşiyê li serkirdetiya Partiya Zehmetkeşên Kurdistanê dike

Mesrûr Barzanî
Mesrûr Barzanî

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di peyamekê de serexweşiyê li malbata Xudêjêrazî Behmen Hisên û Partiya Zehmetkêşên Kurdistanê dike.

Peyama Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê:

Ez serexweşiyê li malbat û kesûkar û hevalên Xudêjêrazî Berpirsê Encûmena Giştî ya Partiya Zehmetkêşên Kurdistanê Behmen Hisên dikim û ez hevparê xema wan im.

Xudayê mezin canê wî bi behiştê şa bike û sebir û hedarê bide malbat û kesûkar û hevalên wî.

 

Mesrûr Barzanî

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê

 
Fly Erbil Advertisment