Hacibektaşoglu: Yasaya ku ji bo PKKê derkeve, dê girtiyên FETO lixwe negire
Stenbol (K24) – PKKê di biryara xwe ya hilweşandinê de daxwaza gerentiyeke yasayî ji berpirsên dewleta Tirkiyeyê kiribû. Tê çaverêkirin piştî Cejna Qurbanê li parlamentoya Tirkiyeyê hin çaksaziyên yasayî bo zindaniyên PKKyê û gerîlayên ku dê xwe radest bikin werin kirin.
Piştî ku PKKyê biryar da ku xwe hilweşîne ji bo avêtina gavên yasayî niha çav li Parlamentoya Tirkiyeyê ne. Lewra tê çaverêkirin piştî Cejna Qurbanê ji bo azadkirina girtiyên PKKyê ku hejmara wan 10 hezar in û gerîlayên ku dê xwe radest bikin çaksaziyên yasayî werin kirin. Lê li girtîxaneyên Tirkiyeyê ji bilî girtiyên PKKyê nêzikê 50 hezar girtiyên siyasî henin ku piraniya wan endamên Tevgera Fetullah Gulen in û heke li ser yasaya terorê çaksazî were kirin ev e dê li hemû rêxistinên ku bi terorê tên tohmetbarkirin bigre.
Yasanasa diyar a Kurd Pinar Hacibektaşoglu eşkere dike, yasaya ku dê were dêrxistin dibe ku digel girtiyên PKKyê girtiyên rêxistinên din jî li xwe bigre lê dê merca xwe hebe.
Di nava civaka Tirkiyeyê de hin aliyên kemalîst û nîjadperest li dijî pêvajoya aşitiyê ne û naxwazin lêborîneke giştî an jî çaksaziyên yasayî bo girtî û gerîlayên PKKyê were kirin. Parlamenterekî berê yê AK-Partiyê wan aliyan bi tûndî rexne dike û dide zanîn ku, ji bo pêvajo vê carê şikestin neyne divê dewleta Tirkiyeyê gavên werek bavêje.
Parlamenterê Berê yê AK Partiyê Mehmet Metîner dibêje: “Jixwe dê li Parlamentoya Tirkiyeyê bingeheke yasayî ji bo radestbûna endamên PKKyê û girtiyên siyasî were amadekirin. Li dervayî welêt jî gelek Kurd hene ku ji ber sedemên cûrbecûr reviyane dervayî Tirkiyeyê. Bêgûman dê bo vegera wan jî xebat werin kirin. Ji bo ev pêvajo serbikeve pêwîstiya me bi gavên wêrek heye. Ez bawer im dewleta me dê girtiyên PKKyê azad bike. Ji ber ku êdî PKK xwe hilweşand û li meydanê rêxistineke terorê nemaye. Lê nabe berpirsên PKKyê û DEM-Partiyê gavên ku dê bên avêtin ji bo danîna çekan wekî merc pîşan bidin. Piştî niha divê em hemû endamên PKKyê ku dê xwe radest bikin, hêmbêz û efû bikin. Dê bo vegera wan jî çaksaziyên yasayî bêgûman dê were kirin.”
PKK di biryara xwe ya hilweşandinê de daxwaza gerentiyeke yasayî ji berpirsên dewleta Tirkiyeyê kiribû.
Li gor daxwazên DEM-Partiyê di nava gavên ku dê bên avêtin de azadkirina Ocalanî jî heye. Lê ev gav, piştî ku pêvajo bihêz bû ji aliyê hemû civakê ve hate pêşwazîkirin dê were rojevê.