Îraqê bi bihayê zêdetirî 700 milyon dolaran erebeyên Japonî hawirde kirine

Navenda Nûçeyan (K24) - Îraqê di sala borî de bi bihayê zêdetirî 700 milyon dolaran erebeyên Japonî hawirde kirine, ku dibe 16% ya tevahiya hinardekirina erebeyên Japonî ji bo welatên cîhanê.

Li gorî amarên fermî, Îraqê tenê di sala 2024ê de bi bihayê 712 milyon û 472 dolaran erebeyên Japonî hawirde kirine, ku dibe 16% ya tevahiya hinardekirina erebeyên Japonî ji bo welatên cîhanê.

Li gorî zanyaran, hejmara wan erebeyên ku ji Japonê hatine hawirdekirin gihîştiye 17 hezar û 994 erebeyan, ku bihayê wan dibe 612 milyon û 315 hezar dolar. Herwesa hejmara erebeyên barhilgir jî, ku ji bo veguhastina kelûpelan tên bikaranîn, gihîştiye du hezar û 156 erebeyan û bihayê wan 51 milyon û 693 hezar dolar in.

Herwesa hejmara erebeyên rêwiyan ên taybet, traktor û aksesûarên erebeyan jî gihîştiye 3 hezar û 201 yekîneyan, ku bihayê wan tevan 39 milyon û 421 hezar dolar in.

Zanyaran amaje jî daye, "Hejmara motorsîklet û bisiklêtên ji Japonê hatine hawirdekirin gihîştiye 236 hezar 477 yekîneyan, ku bihayê wan 7 milyon û 970 hezar dolar in. Ev jî di demekê de ye ku, hejmara aksesûarên bisiklêt, kursiyên xwediyên pêdivîtiyên taybet û erebeyên zarokan gihîştiye 510 yekîneyan, ku bihayê wan milyonek û 78 hezar dolar in."

 
Fly Erbil Advertisment