Îranê bersiveke tund dide ragihandina dawiyê ya Lûtkeya Erebî ya Bexdayê

Navenda Nûçeyan (K24) - Li ser anîna navên sê giravên arêşe li ser ên kendavî, Wezareta Derve ya Îranê bersiveke tund dide ragihandina dawiyê ya Lûtkeya Komkara Erebî ya Bexdayê û şîretan li endamên wê komkarê dike ku, li şûna îdiayên bê bingeh bizavê ji bo baştirkirina têkiliyên deverê bikin.
Ajansa Tesnîmê ya Nûçeyan a Îranî ji zarê Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê Îsmaîl Beqayî parve kir ku, ew îdiayên ku di ragihandina dawiyê ya Lûtkeya Erebî ya Bexdayê de li ser giravên arêşe li ser ên kendavî yên Tunbê Mezin, Tunbê Biçûk û Ebû Mûsa hatine kirin, hatine redkirin û nehatine pejirandin.
Îsmaîl Beqayî tekez jî kir ku ew her sê girav pareke veneqetiyayî ya axa Îranê ne û got, “Komara Îslamî ya Îranê her îdiayeke li ser xwedîtiya wan her sê giravan berevajî bingehên Peymannameya Neteweyên Yekgirtî û qanûna navneteweyî ya li ser rêzgirtina li yekîtiya ax û serweriya xwe dibîne; ji ber vê yekê jî azirandina vê mijarê di ragihandina dawiyê ya Lûtkeya Erebî de nayê qebûlkirin.”
Navbirî amaje jî da, “Îran şîretan li Komkara Erebî dike ku, di darêtina helwestên xwe de, ji bo ku rastiyên dîrokî û cografî yên neguher li ber çavan werbigirin, bizavê bikin ku têkiliyên di navbera welatên herêmê de fam bikin û baştir bikin, ne ku îdiayên bêbingeh bike,”
Gera 34ê ya Lûtkeya Welatên Erebî li roja Şemiyê (17ê Gulana 2025ê) li Koçka Hikûmetê ya Bexdayê dest bi karên xwe kir, û serok û serkirdeyên Ereb û sekreterên rêxistinên navneteweyî tevlî wê bûn. Di wê civînê de arêşe û aloziyên deverê, pirsa Xezze û Sûriyeyê, arêşeyên Libnanê û êrîşên Israîlê, rewşa Yemenê û çend pirsên Rojhilata Navîn hatin nîqaşkirin.