Serdana Mesrûr Barzanî bo nîqaşkirina mijarên girîng û bibandor derfetek e

Navenda Nûçeyan (K24) - Birêveberê Nivîsîngeha Ragihandinê û Şêwirmendê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê behsa girîngiya stratejîk a serdana fermî ya Mesrûr Barzanî bo Waşintonê dike û dibêje, “Ev serdan di vê demê de ji bo nîqaşkirina mijarên girîng û bibandor derfetek e.”
Birêveberê Nivîsîngeha Ragihandinê û Şêwirmendê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nûredîn Weysî di daxuyaniyeke rojnamevanî de got, “Ev serdana Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser daxwaznameyeke fermî ye û serdana wî ya yekê ye ji bo Amerîkayê piştî ku Trump dest bi karî kir.” Herwesa vê serdanê wekî gaveke din a pêşxistina têkiliyên dualî diwesifîne û dibêje, “Ji bo nîqaşkirina mijarên girîng derfetek e.”
Nûredîn Weysî herwesa got, “Bê guman serdana Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo Waşintonê di demeke hestyar de ye, ji bo nîqaşkirina mijarên ji bo her du aliyan girîng û herwesa xurtkirina hevpariyên navbera me yên stratejîk bi awayekî ku, xizmeta berjewendiyên gelê me û hêviyên wan bike. Em hêvî dikin ku ev serdana girîng û hevdîtinên ku Serokwezîr li Waşintonê dike pêgeha Herêma Kurdistanê xurt bikin û nêrînên herêmê bigihînin civaka navneteweyî.”
Navbirî herwesa ragehand, “Bernameya karî ya serdana Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji hevdîtinên bi berpirsên bilind ên rêveberiya nû ya Amerîkayê re û tevlîbûna çalak di korbenda enerjiyê de pêk tê. Tê payîn jî ku hejmareke peymanan bi kompaniyên enerjiyê re bên îmzekirin, ku dibin sedema bihêztirkirina şiyanên Herêma Kurdistanê di diyarbûna pêgeha wê de li ser nexşeya enerjiyê ya cîhanî.”
Birêveberê Nivîsîngeha Ragihandinê û Şêwirmendê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê li ser pirsgirêkên navbera Herêma Kurdistanê û hikûmeta federal jî got: “Hikûmeta federal hîn jî xwe ji mafên destûrî yên herêmê vedişêre; budçeya diyarkirî ya Herêma Kurdistanê û mûçeyên karmendan naşîne. Wekî din jî, ew rêzê li peymanên di navbera me de îmzekirî nagire. Ev jî tê wateya vekişîna ji bingeha hevparî û baweriya di navbera me de.”
Nuredîn Weysî tekez jî kir, “Em reftarên hikûmeta federal wekî gaveke taktîkî ji bo lawazkirina pêgeha destûrî ya Herêma Kurdistanê dibînin. Zextên aborî yên hikûmeta federal, afirandina pirsgirêkên îdarî û arastekirina Wezareta Darayî ya Federal ji bo dijberiya berjewendiyên gelê Kurdistanê pareke helwestên nedestûrî yên hikûmeta federal in, bi merema lawazkirin û biçûkkirina sîstema federal û kêmkirina qewareya destûrî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye, û ev jî ji aliyê gelê Kurdistanê ve tê redkirin.”
Navbirî di derheqa doza enerjiyê de jî got, “Tevî wê zirara mezin a aborî ya ku gehiştiye Herêma Kurdistanê û aborê giştî yê Îraqê, ku bi milyaran dolaran tê texmînkirin, hikûmeta federal hîn jî ji bo ji nû ve destpêkirina hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê pirsgirêkan diafirîne. Gelê Kurdistanê vê yekê wekî bizavek ji bo dûrxistina herêmê ji nexşeya enerjiya cîhanî dibîne. Hîn jî hizira hikûmeta navendî li Bexdayê li beranberî Herêma Kurdistanê tê bikaranîn.”
Birêveberê Nivîsîngeha Ragihandinê û Şêwirmendê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê li dawiyê jî got, “Em hêvî dikin ku serdana Serokwezîr û hevdîtinên li Waşintonê dike dibin sedema bihêzkirina pêgeha Herêma Kurdistanê û bidestxistina piştevaniya pêdivî ji bo piştgiriya mafên destûrî yên gelê Kurdistanê û xurtkirina têkiliyên navbera Herêma Kurdistanê û Amerîkayê pêxemetî sepandina aştî û tenahiyê li deverê.”