Samanên Xwezayî: Her du peymanên hatine îmzekirin ne peymanên nû e

Navenda Nûçeyan (K24) - Wezareta Samanên Xwezayî radigehîne, “Her du peymanên wezareta me yên bi şîrketên Amerîkayî HKN û WesternZagrosê re ne lihevkirin û peymanên nû ne, belkî bi salan e ku ew hene û ti pirsgirêkên wan ên qanûnî nînin.”

Wezareta Samanên Xwezayî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê îro (Sêşem, 20ê Gulana 2025ê) li ser peymana di navbera xwe û her du şîrketên Amerîkayî HKN û WesternZagrosê de daxuyaniyek belav kir.

Wezareta Samanên Xwezayî di wê ronkirinê de amaje da, “Hikûmeta Herêma Kurdistanê di demekê de tekez li ser hemî maf û desthilatên xwe yên destûrî dike, wekî qewareyeke federal di çarçoveya destûra herdemî ya Îraqê de, ku maf û taybetmendiyên Herêma Kurdistanê bi zelalî destnîşan kirine.”

Wê wezaretê tekez jî kir, “Ew her du peymanên ku ji hêla wezaretê ve bi her du şîrketên Amerîkayî HKN û WesternZagrosê re hatine îmzekirin ne lihevkirin û peymanên nû ne, belkî ji berî gelek salan ve hene û dadgehên Îraqê jî itîraf bi qanûnîbûn û rewatiya wan kiriye.”

Wezareta navbirî amaje jî da, “Wan her her du peymanan ti pirsgirêkên qanûnî nînin û tenê şîrketa ku peyman îmze kiriye hatiye guhertin, di çarçoveya rêkarên qanûnî û peymanî yên di peymanan de û herwesa bi salan e ku her du şîrketên Amerîkayî jî weberhênana di warê petrol û gazê de pêş dixin û ji weberhênerên serekî yên petrola Herêma Kurdistanê ne û weberhênerên nû nînin.”

Wezareta Samanên Xwezayî tekez jî kir, “Armanc ji wan lihevkirin û peymanên ku duhî hatine îmzekirin pirkirina pêdivîtiyên navxweyî ye, bi rêya zêdekirina berhemê gaza xwezayî ji bo dabînkirina sotemeniya westgehên berhemanîna karebê, bi armanca pêşkêşkirina xizmetên kareba berdewam ji bo hemî deverên Îraqê.”

 
 
 
Fly Erbil Advertisment