Mesrûr Barzanî: Mixabin hin şîrove bi arasteyeke din bo peymanan hatin kirin

Mesrûr Barzanî
Mesrûr Barzanî

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê radigehîne, “Peymanên duhî di berjewendiya Herêma Kurdistanê û Îraqê jî de ne.” Tekez jî dike, “Her kesê dijîtiya van bizavan bike, ew projeyeke siyasî ye û naxwaze Herêma Kurdistanê desthilata xwe ya destûrî ji bo pêşxistina sektora enerjiyê bi kar bîne.”

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî duhî (Sêşem, 20ê Gulana 2025ê) ji rojnamevanan re got, "Me têkiliyeke dûr û dirêj bi Amerîkayê re heye. Ev têkilî jî tenê ji ber peymanên duhî nîne, lê têkiliyeke kûr û dîrokî di navbera me de heye. Her vê yekê wesa kiriye ku Amerîka wekî hevpeymanek temaşeyî Herêma Kurdistanê bike.”

Mesrûr Barzanî amaje jî da, “Dema wê yekê hatiye ku em bi hev re bixebitin, da ku em bikarin karekî bikin ku zêdetir aştî û vejîna aborî li welatê me hebe, ku ev yek jî di berjewendiya hemî xelkê Herêma Kurdistanê de ye.”

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê herwesa got, "Mixabin arasteyeke din di nav Îraqê bi xwe de hin şîrove ji bo peymanên duhî kirin. Ev kar jî bi tu awayekî rewa nîne, tiştê ku Herêma Kurdistanê kiriye li gorî wan mafên destûrî ye yên ku destûra federal a Îraqê dane Herêma Kurdistanê.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî tekez jî kir, “Em dê li ser bicihanîna mafên xwe yên destûrî berdewam bin.” Herwesa got, "Li Amerîkayê pêşwaziyeke zêde li van bizavan tê kirin, ku armanca wan pêşxistina sektora enerjiyê û vejîna aborî ye."

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê her li ser lihevkirinên duhî ron jî kir, “Ev lihevkirin ji bo gelên deverê derfet e û di berjewendiya Îraqê jî de ye.”

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê eşkere jî kir, “Her kesê dijîtiya van bizavan bike, ew projeyeke siyasî ye û naxwaze Herêma Kurdistanê desthilata xwe ya destûrî ji bo pêşxistina sektora enerjiyê hem li Herêma Kurdistanê û hem jî li Îraqê bi kar bîne.”

 
Fly Erbil Advertisment