Nêçîrvan Barzanî: Em piştgiriya temam li pêvajoya aştiyê li Tirkiyeyê dikin

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, îro 22ê Gulana 2025an, li Hewlêrê pêşwazî li Serokwezîrê berê yê Tirkiyeyê û Serokê Partiya Pêşerojê ya Tirkiyeyê Ehmed Davudoglu û şandeke pê re kir.
Li gorî daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê, di hevdîtinê de, behsa pêwendiyên Tirkiyeyê yên ligel Iraq û Herêma Kurdistanê, proseya aştiyê li Tirkiyeyê, serdana Davudoglu bo navçeyên Iraq û Herêma Kurdistanê û rewşa giştî ya navçeyê hat kirin.
Herwiha, herdu aliyan proseya aştiyê li Tirkiyeyê weke gavek û derfeteke dîrokî bi nav kirin ku divê ji dest neçe û divê hemû alî ji bo serxistina proseyê û pêkhatina aştiyê bibin alîkar. Di vî warî de, tekezî li ser rola alîkar a Herêma Kurdistanê ji bo serxistina proseyê hate kirin.
Nêçîrvan Barzanî helwesta Herêma Kurdistanê ya ji bo piştgiriya tam a ji proseyê re û serxistina wê dubare kir û amadehiya xwe ji bo her alîkariyeke pêwîst di berjewendiya serxistina aştiyê de nîşan da. Herwiha behsa girîngiya aştiyê û encamên wê yên erênî ji bo Tirkiyeyê û tevahiya navçeyê kir.
Ji aliyê xwe ve, Ehmed Davudoglu pesnê pêwendiyên Tirkiyeyê yên ligel Iraq û Herêma Kurdistanê da û pêşxistina pêwendiyan û berfirehkirina alîkariya hevbeş a di navbera wan de weke mijareke bi nirx û girîng ji bo niha û paşeroja herdu aliyan bi nav kir.