Bakirhan: Divê pêwendiyên Kurd û Tirk li ser zemîneke demokratîk ji nû ve werin avakirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Hevserokê Giştî yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tuncer Bakirhan diyar kir, li pêşiya cîhanê û herêmê du rêyên sereke hene: yan şer û pevçûn, yan jî aştiyeke cîhanî û herêmî. Bakirhan tekez kir, ew wek DEM Partî dixwazin aştî biser bikeve û pêwendiyên dîrokî yên Kurd û Tirkan li ser zemîneke demokratîk ji nû ve werin sazkirin.
DEM Partî, îro 25ê Gulanê li Navenda Kongreyê ya Çandê ya Diyarbekirê bi dirûşma "Bi rêveberiyên herêmî yên demokratîk re ber bi civaka demokratîk ve" "Civîna Navberê ya Rêveberiyên Herêmî yên Demokratîk" li dar xist. Di civînê de Hevserokê Giştî Tuncer Bakirhan axaftineke girîng kir.
"Pêwendiyên dîrokî dikarin werin nûjenkirin"
Bakirhan di axaftina xwe de bal kişand ser pêwendiyên dîrokî yên Kurd û Tirkan û got: "Pêwendiyên Kurd û Tirkan xwedî rabirdûyeke kevnar in. Pêwendiyên dîrokî di rabirdûyê de gelek astengî derbas kirin, lê di qonaxên herî girîng ên dîrokê de, Tirk û Kurdan ligel gel û baweriyên din tifaq kirine û bi hev re tevdigeriyane, zemîneke aştiyê ya pir girîng û destkeftiyên mezin bi dest xistine. Dibe ku pêwendiyên dîrokî yên Kurd û Tirkan di sedsala borî de hatibin xerakirin, ji cewhera xwe hatibin dûrxistin, dibe ku lawaz bûbin, lê ji nû ve xurtkirina van, li ser zemîneke nû û bi awayekî demokratîk sererastkirina van pêwendiyan, di berjewendiya me hemûyan de ye, di berjewendiya hemû gelên li Tirkiyeyê dijîn de ye."
"Çareserî li Parlamentoyê ye"
Hevserokê DEM Partiyê anî ziman ku cewhera pirsgirêka Kurd nebûna lihevkirineke dualî û neveguherandina vê yekê bo metneke hiqûqî ya nivîskî ye. Bakirhan got: "Çareseriya pirsa Kurd girêdayî yasa û belgeyên mafnasî ye. Ji ber vê em dibêjin divê li parlamento ev pirs were çareserkirin. Aştî tenê bi niyazpakî û gotinên xweş nabe. Divê yasayên pêwîst, li ser wekhevî û biratî bên derxistin. Ev yek bi parlamentoyê dibe. Ji ber ku aştî û çareserî ne tenê civakî ye, di heman demê de hiqûqî ye jî. Zemîna hiqûqî dê ji aliyê Meclîsê ve bê dabînkirin."