Serok Barzanî: Siyasetên şaş ên hikûmetan nikarin têkiliyên gelên Iraqê têk bidin

Navenda Nûçeyan (K24) – Baregeha Barzanî ragihand, Serok Mesûd Barzanî îro 25ê Gulanê pêşwazî li hejmarek mîr, serok eşîr û kesayetiyên eşîrên parêzgehên Başûr û Navenda Iraqê kir.

Di hevdîtinê de, şanda mêvan spasiya helwesta Serok Barzanî kir ji bo hewldanên wî yên ji bo pêkanîna aramiyê û kûrkirina pêkvejiyan, biratî û lihevkirinê. Herwiha, spasiya gelê Kurdistanê kirin ku di rojên tengasiyê û şerê li dijî terorê de, hembêza xwe ji bo hejmareke mezin a koçberên ji deverên din ên Iraqê vekiribû. 

Şanda mêvan pesnê aramî û pêşketinên Herêma Kurdistanê da û destnîşan kir, tevî hebûna astengiyan, Herêm karîbûye li ser rêya geşbûnê gav biavêje. Herwiha ragihand, ew ji daxwazên rewa yên gelê Kurdistanê têdigihîjin û peyama piştgirî, hezkirin û pêzanînê ji bo gelê Kurdistanê tînin.

Di heman civînê de, Serok Barzanî bi germî bixêrhatina mêvanan kir û di gotarekê de, ji amadebûyan re behsa dîroka damezrandina dewleta Iraqê û wan neheqî û zulma ku hikûmetên Iraqê bi serê gelê Kurdistanê anîne, kir. 

Serok Barzanî da zanîn jî, nakokiya gelê Kurdistanê ligel hikûmet û rejîman, nayê wateya nakokiyê ligel gel û pêkhateyên din ên Iraqê û siyaseta şaş a hikûmetan, ti carî nikare têkiliyên di navbera gelan de têk bibe. Herwiha diyar kir ku ew dixwazin tevahiya Iraqê avedan û geş bibe û rûmeta welatiyan li hemû deverên Iraqê parastî be.

Di beşeke din a axaftina xwe de, Serok Barzanî, ligel amajedana bi pirsgirêkên di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal a Iraqê de, tekez kir ku nabe debara welatiyan were siyasîkirin û wekî çekekê li dijî xelkê Kurdistanê were bikaranîn. Herwiha tekezî li ser wê yekê kir ku rêveberî li Iraqê wê demê serkeftî dibe ku destûr were cîbicîkirin û hemû alî pabendî sê prensîbên bingehîn ên hevsengî, lihevkirin û hevbeşiyê bin.

 

 
 
 
 
Fly Erbil Advertisment